KCK: Armanca serdana Erdogan rewakirina dagikerî û êrişên nû ye

Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê têkildarî serdana şefê faşîst Erdogan a ji bo Bexda û Hewlêrê got: Her çendî ku armanca serdanê weke têkîliyên bazirganî û ekonomîk tê diyarkirin, lê armanc rewakirina dagirkerî û êrişên nû ye.
Di serî de civaka Iraqê û gelê Kurd, KCK’ê bang li hemû aliyan kir ku li dijî vê planê derkevin.

Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê têkildarî serdana Serokkomarê Tirk Erdogan ku wê li Iraqê pêk bîne, daxuyaniyeke nivîskî da.

KCK’ê diyar kir ku her çendî ku armanca esas a serdanê weke têkîliyên bazirganî û ekonomîk tê diyarkirin, lê armanca Tirkiyê ew e ku 87 baregehên xwe yên leşkerî yên li ser xaka Iraqê fermî bike û plana êrîşên xwe yên nû rewa bike.

KCK’ê bi bîr xist ku li qadên ku Tirkiyê dikeve wir, bê-aramiyê çêdike û hemû nirxên li wir bi kar tîne û wiha got;

Dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Qibrisê, kaosa ku hewl dide li Kerkûkê biafirîne, bi cih kirina hêza leşkerî ya li Lîbyayê ji bo ku DAÎŞ li xaka Sûriyê belav bibe mînakên şênber û vekirî ya alîkariya ji DAÎŞ’ê re ye.
Taybetmendiyeke din jî ya serkêşê AKP’ê Erdogan ew e ku tişta îro jê re dibêje ‘erê’, sibe jê re dibêje ‘na’. Yanî ev qas dirû û derewker e.

Komîteya Têkîliyên Derve anî ziman divê gelê Kurd û civaka Iraqê baş bizane Erdogan ne xwedî zihniyeke erênî ye, hewl dide dagirkeriya li Iraq û Sûriyê jî mayînde bike.

Bi domdarî KCK’ê îşaret bi hêceta dewleta Tirk a hebûna PKK’ê ya li herêmê kir û ev tişt anî ziman:

Ji salên 1980’î û vir ve tevgera me bi civaka Iraqê û dewleta Iraqê re li ser bingeha rêzgirtina ji hevdû re di nava têkiliyên dostane de ye. Herî dawî êrîşên DAIŞ’ê pêk hatin, gerîlayên Kurd li heman eniyê bi gelê Iraqê re ji bo parastina herêmê şer kirin û bi sedan şehîd dan. Dema ev şer diqewimî, Tirkiyê destek dida çeteyên DAÎŞ’ê, ne gelê Iraqê.

“PDK’ê yekane hêza Iraqê ye ku xizmetê ji mayîndebûna Tirkiyê li ser axa Iraqê dike”

Her weha Komîteyê îşaret bi hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriya tirkiyê û êrişên wan re kir.

KCK’ê destnîşan kir ku rêveberiya PDK’ê yekane hêza Iraqê ye ku xizmetê ji mayîndebûna Tirkiyê li ser axa Iraqê dike û bang kir ku tavilê dev ji hevkariya xwe berde.

Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê dawiyê bang li civaka Iraqê, gelê Kurd, partiyên siyasî û hemû aliyan jî kir ku li dijî dagirkerî û plana Tirkiyê derkevin.

Back to top button