Şaredariya Efrîn-Şehba ji bo xizmeta gel di nava kar û xebatan de ye

Şaredariya Kantona Efrîn-Şehbayê ku li gel ambargo û êrîşan jî karê xwe bênavber dike, li ser bingeha jiyaneke ekolojîk xizmetê ji gel re dike.
Hevşaredara Kantona Efrîn-Şehbayê Elîf Mihemed diyar kir ku rûxmî hemû êrîşan kar berdewam dike û got:
“Êrîşên hikumeta Şamê, DAIŞ’ê û dewleta li ser herêmê ranaweste lê têkoşîn û xebatê me ji dewam dike.”

Şaredariya kantona Efrîn-Şehbayê ji bo karibe bersivê bide pêwîstiyên xelkê Efrînê ku ji ber dagirkirina xaka wan ji neçarî koçî Şehbayê kirine, heman şaredariya li Efrînê dikir li Şehbayê jî dewam dike.

Di sala 2023’an de li Kantona Efrîn-Şehbayê av hate pêşkêşkirin, tevî kampan li navçe û gundên Şehbayê pêwîstiyên lêkirina avahiyan kîremît, çîmento û hwd. hatin dayin.

Malên ku ji ber erdhejê zerar li wan bû hatin sererastkirin.

Ji bo malbatên ku malên wan zerar dîtin (Malbatên ji Helebê hatin) li Kampên Berxwedan û Serdemê 243 kon hatin vedan.

Bi mezinbûna kampan re karê sererastkirina sîstema kanalîzasyonê hate kirin.

Bi wesîleya 4’ê Nîsanê bi navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parkek hat vekirin, rê hatin çêkirin.

Li gundan bîrên nû yên avê hatin kolandin, li navçeyên Til Rifet, Ehres û Ehdasê, li gundê Aqîbê pergala enerjiya rojê hate danîn.

Nêzî 2 milyon û 666 hezar û 620 lître mazot hate belavkirin.

Li kantona ku 75 jeneratorên xwe hene, pêwîstiya 20 hezar û 605 malbatan a bi elektrîkê hate çareserkirin.

Li Şehbayê 292 kedkarên Tenduristiyê xizmetê didin

Back to top button