Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ji bo çareserkirina aloziya li welat ji însiyatîfên niştîmanî re vekirî ye.
MSD’ê got: “Ji bilî vê yekê jî em armac dikin parçebûna li welat bi dawî bikin.”
Nivîsgeha Ragihandinê ya Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ derbarê wesîqeya Kombûna Kar û Xebatên Nîştimanî ya Berava Sûriyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha ye:
“Me ragihandina hevbeş a wesîqeya her sê herêman ku 8`ê Adara borî hatiye derxistin û wesîqeya Kombûna Kar û Xebatên Nîştimanî ya Berava Sûriyê bi mereqdarî xwend.
Em ji tevahî însiyatîfan re vekirî ne ku armanca wan çareserkirina aloziya li welêt bi tevlêbûna hemû aliyan û bidestxistina veguhestina demokratîk li welêt e.”
MSD’ê teqezî bi navaroka her du wesîqeyan kir û got:
“Divê yekîtiya axa Sûriyê û sûriyeyiyan bê parastin, divê bi hev re li ser tevahî erdnîgariya Sûriyê xebat bê kirin û tu alî ji pêvajoya çareseriyê neyê dûrxistin, bi rêya diyaloga rasterast, bigihêjin çareseriya siyasî li ser bingeha biryarên NY`yê.
”Hevdu qebûlkirin û hevdu naskirin bingeha diyalogê ye”
MSD’ê bal kişand ser daxwaza Kombûna Kar û Xebatên Niştîmanî ya Berava Sûriyê ku koordîneyê bi herêmên din re berdewam bike û ev yek anî ziman:
“Ji bo bidawîkirina parçebûna li welêt, avakirina Sûriya pêşerojê ya demokratîk û pirreng divê li ser bingeha erêkirina nasnameya nîştimanî û komkar a Sûriyê, qebûlkirina hevdu, naskirina hev du û diyaloga bi hemû aliyan re bê kirin, rêgezên bingehîn in.”