PKK: Em di 1’ê Gulanê de pêngava azadiyê bigihînin lûtkeyeke nû

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran bang li her kesê kir ku ji bo Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî veguheztina lûtkeyeke nû di 1’ê Gulanê de qadan tejî bikin û got: “Divê gelê me û dostên me yên bi temamî bûne kedkar, divê ji her kesê zêdetir xwedî li 1’ê Gulanê derbikevin, li her deverê bi aktîf beşdarî çalakiyên 1’ê Gulanê bibin û pêşengiyê bikin.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran daxuyani da.

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê bi vî rengî ye:

“Weke Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd, em 1’ê Gulana 2024’an bi Pêngava Azadiya Gerdûnî ya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanc dike, pêşwazî dikin.

Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz û kedkar û dostên xwe yên demokrat dikin ku di vê 1’ê Gulanê de kolan û qadan tejî bikin û Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî bigihînin lûtkeyeke nû.”

PKK: Gelê me û dostên me divê ji her kesê zêdetir xwedî li 1’ê Gulanê derbikevin

Komîteya Rêveber a PKK’ê da diyar kirin ku divê gelê me xwedî li 1’ê gulanê derkeve û got:

“Derfeteke mezin hatiye afirandin ku em di 1’ê Gulanê roja yekîtî, piştevanî û têkoşînê ya çîna karker de Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî li her qadê pêş bixin û hîn gerdûnîtir bikin.

Divê gelê me û dostên me yên bi temamî bûne kedkar, divê ji her kesê zêdetir xwedî li 1’ê Gulanê derbikevin, li her deverê bi aktîf beşdarî çalakiyên 1’ê Gulanê bibin û pêşengiyê bikin.”

PKK: Di 1’ê Gulanê de daxwazên ji bo azadiya Rêber Apo, divê zêde bibin

Komîteya Rêveber a PKK’ê anî ziman ku divê di 1’ê gulanê de daxwaza azdiya fîzîkî ya Rêber Apo zêde bibin û wiha domand:

“Tevkariya Rêber Apo ya li wate û bandora 1’ê Gulanê kiriye, xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Ji ber vê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di çalakiyên 1’ê Gulanê de û belavkirina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Rêber Apo li her cihî, wezîfeyeke bingehîn e ku bi cih were anîn û deynekî were dayîne.”

PKK: Ji her demê bêhtir pêdivî bi yekîtî û piştevaniyê heye

Komîteya Rêveber a PKK’ê herî dawî got:

“Weke hêzên hilberîner û afirîner hêz û potansiyela me heye ku em yekîtî, piştevanî û têkoşînê li her qadê pêş bixin. Lê divê ev potansiyel were aktîfkirin û ji bo vê yekê jî divê zanebûn û rêxistinbûna azadî û wekheviyê bê pêşxistin.”

Cemal Şerîk: Çîna karker divê li ber şer rabe

Back to top button