189 rojin PDK’ê rojnamevan Silêman Ehmed revandiye

Rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 189 rojin agahî nayê girtin.
Di derbarê revandina Silêman Ehmed de rojnamevan û çalakvanên Silêmaniyê bertek nîşan dan û gotin:
“Heta ku çarenûsa Silêman Ehmed diyar bibe wê hewldanên me berdewam bikin.

Zêdetirî şeş mehin rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin.

PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat hevdîtinê li gel Silêman Ehmed de pêkbîne.

Di derbarê mijarê de rojnamevan û çalakvanên Silêmaniyê nêrînên xwe anîn ziman.

Hawkar Îzet: Heta çarenûsa Silêman Ehmed diyar bibe wê hewldanên me berdewam bikin

Serokê Federasyona Rojnamevanên Serbixwe Hawkar Îzet, da zanîn ku desthilata siyasî ya Başûrê Kurdistanê ti demê nikare û naxwaze rewşek aram ji bo karê rojnamevaniyê çêbe û got:

“Tevî ku rewşek ne aram heye, hertim zext û astengî zêdetir dibin û cûrên binpêkirinan zêdetir tên dîtin.”

Hawkar Îzet destnîşan kir ku dosya Silêman Ehmed dirêj kir û ew li ser mijarê di nav hewldanan de ne û domand:

“Me li ser mijarê nêrîna xwe aniye ziman û heta çarenûsa Silêman Ehmed diyar bibe wê hewldanên me berdewam bikin.

Ger hatiye cezakirin, bila sedemê wê diyar bikin û dawî li vê zilma li ser wî, malbat û hempîşeyên wî bînin.”

Hawkar Îzet: Rê nedana Parêzeran ji bo hevdîtina bi Silêman Ehmed re binpêkirine

Di derbarê rênedana hevdîtina parêzeran a li gel Silêman Ehmed de jî Hawkar Îzet got: ”

“Başûrê Kurdistan xwedî yasayên xwe ye, li gor yasa dibêje, ger kesek kujer yan tometbarek yê bazirganîkirina bi madeyên hişber jî be, asayiye ku parêzerên wî hebe.

Lê Silêman Ehmed ji vî mafê xwe bêpar hatiye hiştin.

Ev jî binpêkirinek eşkere ya yasayên Başûrê Kurdistan û Iraqê ye.”

Ako Şêx Mihemed: Di yasayên ti welatan de ewqas binpêkirinên yasayan nîne

Çalakvanê siyasî Ako Şêx Mihemed jî di derbarê revandin û astengiyên li pêş hevdîtina rojnamevan Silêman Ehmed axivî û got:

“Her kesek azadî lê hat zeft kirin, pêwîste em hemû dengê xwe bilind kin û parastinê lê bikîn.

Mirov bi azadî tê dinê. Çima êş pê were dayîn û mafên wê/wî werin binpêkirin.

Di yasayên ti welatan de cihê vê yekê nîne.

Tenê li welatên ku desthilatên wan dîkdatorin mînak, Koreya Bakur yan jî Başûrê Kurdistan bi taybetî jî desthilata PDK’ê rê nade kes fikrên xwe bi awayek azad bînin ziman.

PDK ê 187 rojin Silêman Ehmed revandiye

Back to top button