Şehba-Şehîdên berxwedana 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehbayê şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn .

Meclisê bîranîn li Hola Mîtan a navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê li dar xist.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Arêf Sîdo axivî û îşaret bi girîngiya berxwedana 14’ê Tîrmehê û berxwedana Rêber Apo a li hember dewleta Tirk a dagirker kir.

Arêf Sîdo got: 14’ê Tîrmehê, roja berxwedana gelên bindest li hember zîhyeta dewleta tirke.

Roja daxwaza mafên xwe yên xwezayî ye.

Dawiyê derbarê Berxwedana 14’ê Tîrmehê, sînevîzyon hate nîşandan.

Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Kobanê hatin bi bîranîn

Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin i Kobanê bi merasîmekê hatin bi bîranîn.

Di merasiman de hate gotin: “14’ê Tîrmehê, roja berxwedana gelên bindest li hember zîhyeta dewleta Tirk.

Roja daxwaza mafên xwe yên xwezayî ye.”

Back to top button