Hevserokê MSD’ê Mehmûd El Mislit destnîşan kir ku ew ji bo gavên pêş ên diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyî amadekariyê dikin.
El Mislit diyar kir ku têkiliyên wan bi Iraq, Misir, Udrin û Erebistana Siûdî re hene û got:
“Emê têkiliyên xwe yên derve xurt bikin û nûnertiyên nû li dewletên Erebî û biyanî vekin, di serî de dewletên Meclisa Hevkariya Kendavê.”
Meclisa Sûriya Demokratîk MSD tevgerên xwe yên siyasî û dîplomasî ji bo pêşxistina çareseriya siyasî didomîne.
Lê hin hêzên herêmî û navneteweyî, ji bo berjewendiyên xwe biparêzin, astengî û zehmetiyan derdixin.
Her wiha MSDˊê ji bo berfirehkirina çalakî û têkiliyên xwe yên derve di nava hewldanan de ye.
“Gavên aktîvkirina rêveçûna diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyî”
Der barê vê mijarê de, hevserokê MSD’ê Mehmûd El Mislit axivî û diyar kir ku MSD herî zêde li eniya hundirîn dixebite û têkiliyê bi hemû pêkhateyên Sûriye yê yên hundir û derve re datîne.
Mehmûd El Mislit wiha got:
“Zehemtiyên mezin di aliyên herêmî û navneteweyî de hene.
Lê em dixwazin careke din Sûriyê bixin rojeva navneteweyî.
Ji bo çalakkirina vê dozê jî em têkiliyên xwe bi piranî dewletên Ereban û biyanî re dikin.”
Mehmûd el mislit: têkiliyên me bi Iraq, Misir, Udrin û Erebistana Siûdî re hene
El Mislit der barê rola dewletên Ereban li Sûriyê de wiha axivî:
“Di dawiyê de em beşek ji vê herêmê ne û dewletên Ereban jî me temam dikin û em wan temem dikin.
Em nikarin xwe ji dewletên Ereban cuda bikin.
Têkiliyên me bi Iraq, Misir, Udrin û Erebistana Siûdî re hene.
Ev jî ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê girîngiyek e.”
Mehmûd El Mislit: Nûnertiyên me li derve hene û em hewl didin hin din vekin
Girêdayî wê, El Mislit diyar kir ku ji bo berfirehkirina têkiliyan bi dewletên Ereban re dixebitin û got:
“Nûnertiyên me li derve hene û em hewl didin hin din vekin.
Em hewl didin nûnertiyên xwe li Meclisa Hevkariya Kendavê, dewletên Ereban û hin dewletên biyanî vekin.
Projeya me zelal e. projeya me projeyeke Sûriyeyî ye.”
Mehmûd El Mislit: Ji bo sekna li hember astengiyan Yekitiya Sûriyî pêwîstiyek e
El Mislit bang li Sûriyeyiyan kir ku hevgirtina xwe xurt bikin û li gorî yekitiya xaka Sûriyê tev bigerin û bi hev re ji bo pêşeroja Sûriyeyê bixebitin.
Hevserokê MSD’ê Mehmûd El Mislit wiha dawî li gotina xwe anî:
“Gelek zehmetî hene û hin aliyên derve naxwezin em hevgirtî bin, da ku ev krîz bi dawî nebe.
Em amade ne bi hemû pêkhate û tevahî partiyan re dan û standinan bikin û destê xwe bidin tevahiyan da ku çareyên guncaw ji bo xwegihandina Sûriyeyeke pirrengî pêk bînin.”