Yekîtiya Bijîşkên Sûdanê: 100 hezar mexdûrên şer hene

Yekîtiya Bijîşkên Sûdanê ragihandin ku ji şerê Nîsana sala borî ve herî kêm 30 hezar kes mirine û zêdeyî 70 hezar kes jî birîndar bûne.

Yekîtiya Bijîşkên Sûdanê derbarê şerê navxweyî ya Sûdanê de daxuyaniyek parve kir.

Yekîtiyê ragihand ku ji şerê Nîsana sala borî ve herî kêm 30 hezar kes mirine û zêdeyî 70 hezar kes jî birîndar bûne.

Yekîtiyê banga alîkariya lezgîn ji hemû rêxistinên ku di warê alîkariyên mirovî de dixebitin kir da ku ji bo rizgarkirina bi hezaran sivîlên rewşa wan awarte ne destwerdanê bikin.

Her wiha di daxuyaniya Yekîtiye Bijîşkan de wiha hat gotin:

“Bi vê daxuyaniya lezgîn em banga agirbesteke lezgîn û vekirina rêyên alîkariyên mirovî dikin.”

Yekîtiyê diyar kir ku ew “bi fikareke kûr hemû rapor û statîstîkên eniya komeleyan û rêxistinên navneteweyî dişopînin ku krîza mirovî ya li Sûdanê ji ber şerê berdewam bi awayekî cidî xirabtir bûye.

53 xebatkarên tenduristiyê hatine kuştin

Li gorî yekîtiyê, ji destpêka şer heta niha 53 xebatkarên tenduristiyê hatine kuştin, 21 nexweşxane hatine bombekirin û 22 nexweşxane jî bi zorê hatine valakirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 248 êrîşên li dijî saziyên tenduristiyê û personelên tenduristiyê hatine tomarkirin.

Raporan destnîşan kir ku zirara aboriya Sûdanê ji ber şer 120 milyar dolar e ku bi qasî bûdceya 12 salan a welêt e.

Li gorî raporên rêxistinên navneteweyî, yekîtiyê diyar kir ku zêdetirî 9 milyon kes di nava welat de koçber bûne û nêzî 3 milyon kes jî di bin şert û mercên pir aloz ên aborî û mirovî de penaberî welatên cîran bûne.

Li gorî rapora Yekitiya Bijîşkan, ji ber şer, ji sedî 80 saziyên giştî û yên xwendina bilind bi temamî yan beşekî wêran bûne û naveroka wan hatiye talankirin.

Li Sûdanê zêdetirî 9 mîlyon kes koçber bûne

Vê wêraniya mezin hişt ku nêzîkê 19 milyon zarok ji xwendinê bêpar bimînin piştî ku navendên dibistanan bûne stargeh ji bo kesên ji ber şer koçber bûne.

Daxuyaniya bijîjkan bang li aliyên şer kir ku “di diyalogeke siyasî ya berfireh de ji bo bidawîkirina şer û ji bo hemû hêzên sivîl pabendî çareseriyeke aştiyane ya ku dê pevçûn bi dawî bibe û dadmendî û aşitiyê misoger bike.”

Hat destnîşankirin ku “rizgarkirina Sûdanê berpirsiyariya her kesî ye” û bang li aktoran hat kirin ku “ji bo ku karesata mirovî demildest û bêyî dereng bibe gavên bibiryar bavêjin.”

Li Sûdanê bobelata mirovî

Back to top button