![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/05/KONGIRA-ENCAM-DAWI.jpg)
Belê kongire bi guhartina hin bendên rêzikname, hilbijartina koordînasyoneke nû ya meclisê û erêkirina li ser plansaziyê bi dawî bû.
Piştî nîqaşan, rêzikname hat xwendin, bi wê re madeya koordînasyonê hat guhartin û 3 endam bo koordînasyonê hatin hilbijartin.
Meclisa giştî ji 60 endaman hat avakirin.
Rîhab Îbrahîm, Gulan Silêman, Fenar Îsa bûn koordînasyona nû ya meclisê.
Hin xalên plansaziya meclisê jî wiha ne:
Xebat li ser lidarxistina kongreyên Meclisa Jinan a Sûriyê li ser asta Sûryê bêkirin û têkilî bi hemû jinan re li hundir û derveyî Sûriyê were danîn.
Zext li aliyên têkildar bê kirin ku meclis cihê xwe di komîteya destûrê de bigire.
karê jinan bi rêya perwerde û fêrkirinê werin xurtkirin. Atolye, rûniştin, semîner û rûniştinên hişyariya li dijî tundiya li ser jinan werin lidarxistin.
Plansaziyeke fireh ji rêxistinên jinan re were danîn û rola jinan di partiyan de were aktîvkirin, bendên 2245’an, 1325’an ên derbarê jin, ewlehî û aştiyê de bên pêkanîn.
Çalakiya meclisê li qadên derve were firehkirin û nûnertî werin vekirin.
Heleb-Meclisa Jinan a Sûriyeyê kongreya xwe ya 2’yemîn li dar dixe