Besê Hozat: Divê teqez em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat derbarê tecrîda li dijî Rêber Apo, û pêngava Azadiya Rêber Apo de axivî û got:
Divê em ji gelek civakan, mirovan tevlî Pêngava Azadiyê bikin.
Bi rêbazên hîn dewlemendtir, em fikrê Rêbertî û paradîgmaya wî belav bikin û teqez azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat beşdarî bernameya Medya Haber TV’ê bû û têkildarî rastiya saziyên navneteweyî ya li hemberî Îmraliyê, pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” nirxandin kir.

Hevseroka KCK’ê diyar kir ku 25 sal bi taybet jî nava 4 salên dawî de îzolasyon û tecrîdeke mutlaq li dijî Rêber Apo tê meşandin û da zanîn ku ev sîstem di bin kontrol û çavdêriya hêzên navneteweyî de tê meşandin.

Besê Hozat anî ziman ku di pêvajoya hilbijartinê rayedarên AKP’ê ji bo bidestxistina Stenbolê Xwestin Îmraliyê û rewşa Rêbertî bikin mijara bazariyê û wiha dewam kir:

”Em her tim dibêjin; Li Îmraliyê ne hiqûq, ne exlaq û ne jî wijdan heye.

Rewşa Rêbertî bi temamî hatiye veguherandina amûrekî.

Tê xwestin ku di destê desthilatdariyeke faşîst de bibe amûreke siyasî û mijara bazariyê. Tê xwestin ku îradeya Kurdan bişikînin û têkoşîna azadiyê ya Kurdan tasfiye bikin.

Ji bo Kurdan teslîm bigirin, dixwazin veguherînin amûreke bazariyê, gef û şantajê. ”

Besê Hozat her wiha derbarê bêdengiya CPT û destnîşankir ku durûtiya Ewropayê, nêzîkatiya wê ya berjewendîperest û pragmatîk pir deşîfre bû.

”Konseya Ewropa û welatên Ewropayê dixwazin çi bikin?

Divê em vê sûcê durûtiya CPT’ê ku bûye amûreke siyasî ya Konseya Ewropayê, hîn zêdetir teşhîr bikin û ji bo ku ev hêz helwesteke rast raber bikin, divê em têkoşînê mezin bikin.”

Besê Hozat: Tecrîd mirovahiyê eleqedar dike

Besê Hozat çalakiyên malbatên girtiyan silav kir û teqezkir ku tecrîd rewşeke ku gelekî qasî 40-50 milyonî eleqeder dike, mirovahiyê eleqeder dike.

Sîstema qirkirin, tecrîd û êşkenceyê ya ku li Îmraliyê li dijî Rêbertî tê meşandin, li dijî civak û gelên Tirkiyê jî tê pêkanîn. Li dijî jinan, li dijî mirovahiyê tê pêkanîn. ”

Besê Hozat: Em ê pêngavê bikin gerdûnî

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat banga mezinkirina tevlîbûna Pêngava azadiyê kir û got:

”Divê serî de jin û ciwan her kes tevlî “Pêngava Azadiyê” bibin.

Fikir û paradîgmaya Rêbertî bi rengekî hîn xurttir pêngavê gerdûnî bikin û teqez azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin.”

Back to top button