Li gundewarê Humisê di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de 5 leşkerên alîgirên hikumeta Şamê hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê li gundewarê rojhilatê Humisê êrişî bire ser komeke alîgirên hikumeta Şamê û 5 kes ji wan kuştin.
SOHR’ê destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ bi çekên navîn û sivik êriş bire koma alîgirên hikumeta Şamê ku li Cebel Emûr ê gundewewarê rojhilatê Humisê operasyoneke lêgerînê pêk dianî.
Li gorî daneyên SOHR, ji destpêka îsal ve 395 kes di şer û êrişên li Çolistana Sûriyeyê de hatine kuştin.