Li Amûdê piştî wergirtina 12 hezar Ton Genim depo hatin dagirtin

Depoyên genim yên li bajarê Amûdê hatin dagirtin.
Ji bo wê, ji niha û şûnde, cotkar dikarin berê xwe bidin depoyên Hetîn.

Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ragihand ku depoyên genim li Amûdê piştî wergirtina 12 hezar Ton genim bi temamî hatin dagirtin.

Şirketê diyar kir ku cotkarên heta niha genim xwe ranekirine, dikarin berê xwe bidin depoyên Hetîn.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Heman Şirketa navbûrî 29 Gulanê deriyê xwe li pêşiya cotkaran vekiribû.

Li Kantona Firatê weritina genim didome

Her wiha Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Firatê jî dest bi wergirtina genim ji cotkaran kiriye.

Cotkar bi rêya Nivîsgeha Sira ya Yekitiya Şardariyan a kantonê û li gorî kartên Desteya Çandiniyê û Yekîneyên Şîretên Çandiniyê, radestî depoyên Çelebiye, Sirîn û Rovî kirin.

Back to top button