Amerîka û Îngilîstan balafirgeha Hudeyda ya li Yemenê xistin

Amerîka û Îngilîstanê li dijî Balafirgeha Navneteweyî ya Hudeyda ya ku li Yemenê di bin kontrola Hûsiyan de ye, êrîşên hewayî pêk anîn.

Hûsiyên li Yemenê ragihand ku ji aliyê Amerîka û Îngilîstanê ve 5 êrîşên esmanî li dijî Balafirgeha Navneteweyî ya Hudeyda pêk anîne.

Kanala El-Mesîra ya girêdayî Hûsiyan der barê êrîşê û encamên wê de agahiyên berfireh neda.

Her wiha heta niha ji aliyê Amerîka û Îngilîstanê ve ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Ji aliyê din ve di nûçeyeke din a Kanala Mesîrayê de ku di nava rojê de hat weşandin de hat diyarkirin ku Amerîka û Îngilîstanê 4 êrîşên hewayî birin ser Girava Kameranê ya Yemenê ya li Behra Sor.

Doh jî Hûsiyên li Yemenê ragihandin ku wan li Behra Sor û Omanê bi mûşek û balafirên bêmirov li 2 keştî û keştiyên keşfê yên Amerîkayê xistine.

Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yahya Serî ji televîzyona “El-Mesîra” ya Hûsiyan re axivî û diyar kir ku wan li Behra Sor û Behra Umanê 3 êrîş pêk anîne.

Husiyan: Me li keştiyeke Amerikayê xist

Back to top button