YPG: 2 ÇETE HATIN KUŞTIN Û 3 JÎ BIRÎNDAR BÛN

Di çarçoveya Qonaxa 2. a Berxwedana Serdemê li Efrînê şervanên YPG’ê 2 çalakî pêk anîn.

Di encama çalakiyan de 2 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî çalakiyên li navçeya Şera û Bilbilê yên Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Navendê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir;

8’ê Kanunê şervanên YPG’ê li navçeya Şera çalakiyek li dijî erebeya ku berpirsê Komîteya Parastinê û serçeteyê koma Sultan Murad Ebû Mot tê de bû, hat li dar xist.

Di encamê de serçete hat kuştin û çeteyek jî birîndar bû.

9’ê Kanunê şervanan li gundê Qurnê yê navçeya Bilbilê li dijî baregeheke koma çeteyên Sultan Murad çalakiyek pêk anî.

Di encamê de çeteyek hat kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button