MEZLÛM EBDÎ: EGER ÊRÎŞ PÊK WERIN EM Ê BERSIVEKE TUND BIDIN

Fermadarê Gitşî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî têkildarî gefên Dewleta Tirk a dagiker aixvî.

Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku êrîşên Dewleta Tirk wê şerê wan ê li dijî Çeteyên DAIŞ’ê asteng bike û wan bi hêz bike..

Ebdî teqez kir ku, eger êrîş pêk were, wê bersiva wan tund be û ew ê heta mirinê şer bikin

Fermandarê Gitşî yê Hêzên Sûriyaya Demokratîk Mezlûm Ebdî têkildarî gefên Dewleta Tirk a Dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî ji Ajansa Reuters’ê re axivî.

Mezlûm Ebdî bal kişand ser şerê li dijî DAIŞ’ê û ev hişyarî da, êrîşa Dewleta Tirk wê şerê wan li dijî DAIŞ’ê asteng bike û ev yek wê bihêle DAIŞ’ê careke din belav bibe.

Fermandarê QSD’ê diyar kir, ji ber ku Emerîka dizane wê ev êrîş şerê li dijî DAIŞ’ê rawestîne û wê hemû xebatên hevbeş di navbera QSD’ê û Koalîsyonê de vala derkevin, Nûnerê Emerîka ji bo Sûriyê Jemss Jefry ji bo sekinandina van êrîşan hewl dide.

Lê belê divê xebatên wan hîn xurtir bibin.

Mezlûm Ebdî bal kişand ser hêza DAIŞ’ê û da zanîn ku, hîna 5 Hezar çeteyên DAIŞ’ê di Rojhilatê Sûrî de hene û ji wan 2 Hezar çeteyên biyanî ne.

Ebdî teqez kir ku, ew ji bo her êrîşekê amade ne û eger êrîş pêk were wê bersiveke tund bidin û wan biryara daye heta mirinê şer bikin.

Di heman wextê de Mezlûm Ebdî da zanîn ku, xebatên wan ên dîplomasî ji bo rawestandina vê êrîşê dewam dikin.

GER YPG’Ê NE LI DÊRAZORÊ BE ŞERÊ DIAŞ’Ê NE PÊKAN E

Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku, Şervanên YPG’ê pêngavê birêve dibin û fermandariya bi hezaran şervanên ku ji Dêra Zorê tevlî wan bûne dikin.

Lê belê eger êrîş pêk were, YPG’ê wê vegere ser sînor, parastina, malbat û zarokên xwe bikin, û eger YPG’ê ne li Dêrazorê be, şerê li dijî DAIŞ’ê ne pêkan e.

Beriya çend rojan Serokê Dewleta Tirk gef li Rojhilatê Firatê xwar û got, wê di rojên pêş de êrîşî herêmê bikin.

Ev gefa Erdogan piştî daxuyaniya Pentagonê ya bidawîbûna avakirina nuqteyên çavdêriyê li ser sînor pêk hat.

Her wiha piştî daxuyaniya Erdogan Pentagonê jî hişyarî da Tirkiyê û got, çi êrîş li ser bakurê Sûrî nayên qebûlkirin.

Hêjayî bibîrixstinê ye ku, Hêzên Sûriya Demokratîk pêngava li dijî DAIŞ’ê didomîne û niha jî şer di berîkên dawî yên çeteyan de ye.

Leave a Reply

Back to top button