KCD: KOMKUJIYA ROBOSKÎ PLANKIRÎ YE

Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê li ser salvegera Komkujiya Roboskî daxuyaniyeke nivîskî da.

KCD’ê diyar kir, Komkujiya Roboskî ji gelek komkujiyên dewleta Tirk yek jê ye û plankirî ye.

Kongreya Civaka Demokratîk KCD’êli ser salvegera 7’an a Komkujiya Roboskî daxuyaniyeke nivîskî da.

KCD’ê Komkujiya Roboskî ya ku bi balafirên şer ên Tirk, bi biryareke navendî ya rejîma Enqerê pêk hatiye, şermezar kir û got:

Komkujî plankirî ye û ji gelek komkujiyên dewleta Tirk ên li ser Kurdan, yek jê ye.

Ev 7 salin li ser komkujiyê re derbas bûye lê mixabin heta niha lêpirsînek nehatiye destpêkirin.

KCD: PIŞTÎ ROBOSKÎ ÊRÎŞ LI SER TÊKOŞÎNA AZADIYÊ ZÊDETIR BÛ

KCD’ê di daxuayniya xwe de balkişand li ser pêvajiya piştî Roboskî û wiha anî ziman:

Piştî komkujiya Roboskî êrîşên li ser têkoşîna azadî û demokrasiya gelê me zêdetir bûn.

Li bajar û navçeyên wekî Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Gever, Pirsûs, Amed û Dîlok komkujiyên bêhejmar pêk anîn.

Di berdewamiya daxuyaniyê de KCD’ê diyar kir ku komkujî û kirinên dewleta Tirk a dagieker ne mumkine ji hişê gelê kurd derkevin û wiha domand:

Daxuyaniyên ji bo şermezarkirina komkujiya Roboskî derketine hestiyariya gelan li dijî vê kimkujiyê dide xuay kirin.

KCD: BANGA ME EW KU EM BI SEBREK MEZIN TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN

Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir:

Bi vê bîr û baweriyê em 7’emîn salvegera komkujiya Roboskî careke din bi tundî lanet dikin.

Rehma Xwedê li 34 ciwanên me yên jiyana xwe ji dest dane be.

Di serî de ji malbata wan û gelê me re banga me ew e ku bi sebreke mezin vê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Leave a Reply

Back to top button