Ji bo serbestberdana ciwanekî Girê Spî 11 milyon lîreyên Sûriyê berdêl hat xwestin

Kirinên dewleta Tirk li herêmên dagirkerî bi dawî nabin .
Ji wan revandina sivîlan .
Dagirkeran ji bo serbestberdana ciwanekî êla Elbû Esaf 11 milyon lîreyên Sûriyê fîdya xwest.

Li gor agahiyên ajansa Hewarê ciwanê revandî Hafiz Salih El-Hasim ê 25 saliye .

Hafiz ji êla Elbû Esaf a ereb e.

Beriya çend mehan çeteyan ew revandibû.

Çavkaniyan eşkere kir ku serçeteyên li kantona Girê Spî ji bo serbestberdan wî ji malbata El-Hasim 11 milyon lîreyên Sûriyê fîdya xwestine.

Li herêmê dagirkirî ku Erdogan îdia dike, ewle ne, çeteyên dagirkeriya Tirk tevliheviyê li herêmê çêdikin.

Sûcan li dijî şêniyan pêk tînin, wan dikujin û direvînin.

Her wiha bazirganiya qaçaxiya mirovan û narkotîkê li herêmên dagirkirî belav e.

Back to top button