Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hedvgirtina jinên pêşeng, li bajarê Minbijê semînerek hat dayin.
Semîner bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Jinê û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarê wê hat dayin.
Nûnerên Meclîsa Leşkerî ya Jinê,nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşadarî sermînerê bûn.
Di semînerê de gelek axaftin û nîqaş hatin kirin.
Her wiha hate gotin, êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî pêşengên jin bi armanca şkandina vîna jinê ye..
Ji ber ku jin bingeha civakê ye û hêz û stûna wê.
Êrîşên bi vî rengî nayên qebûl kirin, divê hesab ji dagikeriyê were xwestin.