Hemwextî salvegera 6’an a dagirkirina Efrînê sûcên li dijî şêniyên resen ên ku li Efrîna dagirkirî mane zêdetir dibin.
Welatiyên ji Efrînê bêdengiya civata Navneteweyî wekî hevkarê dagirkeriyê nirxandin û gotin:”Ew bêndengiya Navneteweyî hevkariya dagirkerî, qirkirin û guhertina demografiyê ye.”
Hemwextî salvegera 6’an a dagirkirina Efrînê sûcên li dijî şêniyên resen ên ku li Efrîna dagirkirî mane zêdetir dibin.
Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve 706 welatî hatin kuştin û zêdetirî 9 hezar û 8 welatiyên sivîl jî hatin revandin, ji wan hezar û 200 jin û 600 zarok in.
Her wiha bi sedan jinên revandî rastî destdirêjiyê û tundiyê hatin.
Welatiyê ji Efrînê bahsa êrîşên dewleta Tirk a dagirker û berxwedana gel ya li dijî êrîşan kirin.
Silêman Arif: Soza vegerê hîn maye
Welatiyê bi navê Silêman Arif bûyerên di dema êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got:
“her çiqas dewleta Tirk a dagirker siyasetên qirkirinê bimeşîne jî emê berxwedana xwe berdewam bikin.”
Parêzer Elaedîn Kalo: Bêdengiya ny a li hember sûcên li Efrînê nîşaneya hevkariyê ye
Parêzer Elaedîn El Xalid Kalo jî wiha axivî:
“Tevî ku Efrîn bûbû wargeha nêzî nîv mîlyon welatiyên Sûriyeyî lê dîsa jî ev yek rê li ber sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên sivîl negirt.
Armanc jî neçarkirina şêniyan ji bo ku koçber bibin, herêm vala bibe û demografiya wê bê guhertin.
Rûxme ewqas binpêkirinên qanûnî heye lê civata Navneteweyî bêdenge.
Ew bêndengiya Navneteweyî ispata hevkariya dagirkerî, qirkirin û guhertina demografiyê ye.”
Elaedîn Kalo di dawiya axaftina xwe de dewleta Tirk a dagirker wek berpirsa tevahî sûcên ku li Efrînê tên pêkanîn dît û got:
“Her kesê ku sûcên li Efrînê veşêre û li hember bê deng be, ew jî di van sûcan de hevkar in.