Ji bo ku sivîlan neçarî koçberiyê bikin, dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê her binpêkirinên xwe ji kuştin, revandin û êşkencekirinê, li ser şêniyên herêmê didomînin.
Li alîyekî din jî bazirganiya çekan li navenda bajarê Efrînê belav bûye.
Malpera Çalakvanên Efrînê ragihand ku doh endamê bi navê Ehmed Bekir ê endamê qaşo Meclisa Xwecihî ya dagirker ew ava kiriye li navçeya Bilbilê ji hêla çeteyên Emar Beyanûnî ve hat revandin.
Çavkaniyê diyar kir ku Bekir rastî lêxistinê hatiye û piştî çend saetan hat berdan.
Girêdayî binpêkirinên dewleta Tirk der barê sivîlan de heman çavakaniyê ragihand ku çeteyan mala sivîlekî li navçeya Şerayê ya Efrînê berî 2 hefteyan şewitandin.
Li aliyekî din jî çalakvanan da zanîn ku dikanên bazirganiya çekan li Efrînê bi hemû cureyên xwe yên sivik û giran belav bûye ku ev çek piştî dagirkeriyê di destê her kesî de tên dîtin.