Hêzên rejîma Sûrî herêmên gundewarê Hema û Idlib careke din da ber topan.
Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku hêzên rejîmê herêmên gundê Besqila ya gundewarê başûrê Idlibê topbaran kir.
Her wiha herêmên Litamine, Morik û herêmên gundê Zekat jî da ber topan.
Di encama topbarana herdu aliyan de heta niha gelek sivîl hatine kuştin.
Her wiha bi dehan ji hêzên rejîmê û komên çete jî hatine kuştin.