Li herêmên derdora parêzgeha Hemayê, şer, pevçûn û topbaran didomin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên rêjîma Sûrî derdora gundê El-Erbi’în ; Herêma Hisraya û El-Buweydayê kir armanca topavêjan.
Li gorî Çavdêriyê ragihandiye hêzên rêjîma Sûrî derdora gundê El-Erbi’în a bakurê Hemayê, herêma Hisraya û derdora gundê El-Buweydayê yên heman parêzgehê topbaran kirin.
Herwiha hêzên rêjîmê gundên El-Cîsat , Es-Saxir û derdora navçeya Latamnayê dan ber topan.
Li aliyekî din Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku navber çeteyên El-Cebhe El-Wataniyê û Hey’et Tehrîr Eş-Şam de li herêma Darazê şerê dijwar didome.
Hat zanîn ku çeteyên Hey’et Tehrîr Eş-Şam dest danî ser herêma Darazê û gundên derdorê.