HDP’ê nerazîbûn nîşanî êrîşa li ser xwendekarên Bogazîçiyê da û piştgiriya xwendekar û akademîsyenan ku li dijî qeyûm li ber xwe didin, kir.
Hevberdevkê Komîsyona Çand, Huner, Spor û Polîtîkayên Perwerdeyê ya HDP’ê Ender Ondeş bi daxuyaniyekê got:
“Em bi xwendekar, hîndekar û xebatkarên Bogazîçiyê re ne ku li dijî binpêkirina nirxên zanîngehê, li ber xwe didin.
Em piştgiriyê didin vê têkoşînê û dixwazin ku xwendekarên hatine binçavkirin tavilê bên berdan.”
Ender Ondeş diyar kir ku hişmendiya tekperest a li ser desthilatdariyê ye, demeke dirêj e hewl dide zanîngehan bike qadeke ku pê ve girêdayî ye.
Yekîtiya Ji Bo Demokasiyê (DÎB) jî, ragihand ku ew bi xwendekar û akademîsyenên li Bogazîçiyê re ne.