Şêniyên bjarê Dêrikê cenazeyê şervanê YPG`ê Hêmin Îhsanî li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir kir.
Bi sedan şêniyên Helebê jî sersaxî ji malbatên şehîd Elî El-Hewa û şehîd Beşar Qasim ku sala 2016`an di bersivdayîna êrişên çeteyan ên li ser kantona Efrînê de şehîd bûbûn, xwest.
Şervanê YPG`ê Hêmin Îhsanî (Karwan Efrîn) 2’ê Çileyê, li bajarê Helebê şehîd bû.
Bi sedan şêniyên Dêrikê cenazeyê şehîd ji nexweşxaneyê girt û ber bi goristana Ş. Xebat Dêrik ve ketin rê.
Li goristanê piştî rêzgirtinê, yek ji fermandarên YPG`ê Mihêdîn Dêrikî û bi navê PYD’ê Dilêr Koçer axivîn, sersaxî xwestin.
Serkeftina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi saya xeta sêyemîn a li gorî fikr û felsefeya neteweya demokratîk a rêber Abdullah Ocalan pêk hat.
Em ji hemû gelan re dibêjin ku bi îradeya xwe ya xurt û ruhê fedayî emê li ber xwe bidin.
Piştî axaftinan nasnameya şehd hat xwendin û radestî malbata hat şehîd kir.
Cenazeyê şehîd Hêmin di nava silogan û tilîliyan de hat veşartin.
Şêniyên Helebê sersaxî ji 2 malbatên şehîdan re xwest
Şêniyên bajarê Helebê jî sersaxî ji malbatên Ş. Elî El-Hewa û Ş. Beşar Qasim ku sala 2016’an di bersivdayîna êrişên çeteyan ên li ser kantona Efrînê de şehîd bûne, xwest.
Çend saniyan biherikîne…
Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê konê sersaxiyê li qada şehîdan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd veda.
Di merasimê de, kesên axivîn bal kişand ser girîngiya berdewamkirina rêya şehîdan ku ji bo avakirina welatekî azad û demokratîk.
Piştre nasnameyên her 2 şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.
Malbatên şehîdan li bin kon, diyar kirin ku ji bilî berxwedanê tu rê li pêşiya wan nîn e.