Li Iraqê, di xwepêşandanên li bajarê Nasiriyê yê Zî Qarê de, endamekî hêzên ewlekariyê li nêz qada Hebûbî hat kuştin û 33 jî ji ber pevçûna digel xwepêşanderan birîndar bûn.
Li gorî dezgehên ragihandinê, polîsan jî gule li xwepêşanderan reşandin û bi dehan ji wan birîndar kirin.
Çalakvanan banga rawestandina pêla girtinan û cezakirina serbazên ku gule li xwepêşanderan reşandine, kir.
Çalakvanan her wiha banga istîfakirina parêzkarê parêzgeh û rêveberê polîsan kir.
25 Kanûna 2020’an jî bi hezaran kes li dijî gendelî, kuştin û girtina xwepêşanderan, daketibûn qadan.