Reuters: Amerîka biniyaz e Hûsiyan bixe lîsteya terorê

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi niyaz e hêzên Hûsî yên Yemenê bixe lîsteya terorê. 

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku ev yek dixwaze Hûsiyan ceza bike ji ber jiyana sivîlan dixin metirsiyê.

Pompeo anî ziman jî ku wê wezareta wî niyaza xwe ya xistina Hûsiyan bo lîteya terorê, pêşkêşî Kongressê bike.

Ajansa nûçeyan “Reuters”ê li ser zimanê çend çavkaniyan diyar kir ku gengaz e ev biryar îro Duşemê were ragihandin.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku Trump ferman daye, alîkariyên mirovî yên ji bo Yemenê tên şandin, dewam bikin.

Ev biryar piştî teqandina balafirgeha Eden a li başûrê Yemenê bi çend rojam tê, ku di encamê de 135 kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Back to top button