TEV-DEM: Dewleta Tirk polîtîkayên qirkirinê didomîne

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEMʹê li dijî êrişa li ser Şengalê daxwiyaniyek da .
TEV-DEMʹê diyar kir ku tevî felaketa erdhejê jî, dewleta Tirk a dagirker şerê qirêj û planên qirkirinê didomîne.
TEV-DEMʹê li hemberî êrişên dagirkirinê banga hevgirtinê li pêkhateyên herêmê û hêzên nîştimanî kir.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdistanê û Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand.

TEV-DEMʹê diyar kir ku ku dewleta Tirk guh nade nirxên mirovî û exlaqî û got:

“Wekî her car dewleta Tirk siyasetên bi sûc ên terorî li dijî îradeya gelên herêmê pêk tîne.

Guh nade nirxê mirovî û exlaqî yên van gelan.

Dewleta Tirk mercên dijwar û zehmet ên ku gel ji ber karesatê erdhejê tê re derbas dibin, bi ber çavan de derbas nake. ”

TEV-DEM: AKP-MHP hemû nirxên mirovî bin pê dike

TEV-DEMʹê dazanîn ku ev êriş desthilata terorîsa a AKP-MHP rêxistin dike.

AKP-MHPʹê karesat ji bîr kiriye, tevahî urf û nirxên mirovî derbas kirin.

Ev hikumeta terorîst deqeyekê şerê xwe yê qirêj ê li hemberî îradeya civak û çandên civakê nesekiandine.

Êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê berdewama polîtîkayên qirkirinê ne..

Bi balafirên bê mirov ên bi çek û bi rêya torên îstîxbarata faşîst a Tirk nirxên gel têne hedefkirin.

Dixwazin bi destê şaneyên veşartî yên terorê, li Heleb heta Şengalê êrişên qirkirinê pêk bînin..

TEV-DEM: Ev êriş berdewamiya polîtîkayên qirkirinê yê Tirkiyê ye

TEV-DEMʹê eşkere kir ku di encama van êrişan de hejmarek welatî û şervanên ku teror tune kirine, şehîd bûn.

Ev dide diyarkirin ku dewleta Tirk siyasetên xwe yên qirkirinê li dijî gelê me yê berxweder didomîne.

Ev yek asta kîn û nefreta wê ya li hemberî çandên dîrokî yên gelên herêmê nîşan dide.”

TEV-DEM: Divê Koalîsyona Navnetewî ji bêdengiya xwe derkeve

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEMʹê dawiya daxwiyanê de ev yek got :

“Li hemberî êrişeke muhtemel a dewleta Tirk divê pêkhateyên herêmê û tevahî rêxistinên civaka sivîl hevgirtî bin.

Banga me li dewletên Koalîsyona Navneteweyî, yên ku bi hestiyarî rewşa mirovî ya karesatî dişopînin ji bêdengiya xwe derkevin.”

Back to top button