“Fikrên rêbertî bandoreke xurt li qada navneteweyî dike”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat der barê komploya navnetewî û Erdhejê de axivî. Besê Hozat da zanîn ku fikrên rêber APO bandoreke xurt li qada navnetewî dike û got:”Felaketa sedsalê ya erdhejê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP bi xwe ye”.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat Hozat beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a televîzyona Medya Haberê bû.

Û tecrîda giran a li dijî Rêber Abdullah Ocalan, erdhej, bûyerên piştî erdhejê û rojeva hilbijartinê nirxand.

Besê Hozat diyar kir ku salvegera 24’an a komployê li erdhejeke mezin rast hat û got:

Fikrên Rêbertî, paradîgmaya Rêbertî her ku belav bû bandoreke mezin li cîhanê kir.

Jinan jî di asteke mezin de xwedî lê derketin.

Di sala 2023’an de em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo teqez misoger bikin.

“Felaketa sedsalê desthilatdariya AKP-MHP ye”

Besê anî ziman ku li Bakurê Kurdistanê erdhejeke mezin qewimî, felaketeke mezin rû da û wiha anî ziman:

Baca erdhejê ya bi salan ji gel hate komkirin li şerê qirkirinê yê li dijî Kurdan û çeteyên Erdogan hatin xerckirin.

Besê Hozat hişyarî da ku dewlet, rejîma AKP-MHP’ê xwedî wê planê ye ku van herêman hemûyan ji Kurdan, ji Elewiyan xalî bike, bi vî rengî xwedî planeke qirkirinê ne û wiha dewam kir:

Felaketa sedsalê ya rastî rejîma AKP-MHP’ê ye, desthilatdariya AKP-MHP’ê ye.

Ji bo pûçkirina vê yekê jî divê gel teqez xaka xwe neterikînin, xaka xwe, cih û warê xwe, mal û milkê xwe nefiroşin dewletê.

“Li Tirkiye, Kurdistanê civak tê qirkirin”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê da zanîn ku ya niha li Tirkiyê û Kurdistanê dibe, qirkirina civakê ye û wiha bi lêv kir:

Li her derê, li qada çem avahî çêkirine.

Ev hemû bi malzemeyên gelekî bêkalîte hatine çêkirin.

Bi rastî jî ew dever ji mirovan re kirin goristan.

Ev cografya hemû kiriye goristan. Tiştekî metirsîdar e. Ev desthilatdarî desthilatdariyeke metirsîdar e.

Her wiha bi rêya bahçelî jî gefê li gel dixwe.

“Gel wê hesabê vê yekê bipirse”

Besê Hozat di dawiyê de anî zima ku gel wê hesabê vê yekê bi gelekî xurtî bipirse û got:

Qirkirineke mezin li vê civakê kirin.

Komkujiyeke mezin anîn serê civakê, êşên mezin bi civakê dan kişandin.

Hesabê vê yekê wê bê pirsîn, wê ji wan re nemîne.

Back to top button