Îsraîl: Di nava 24 saetan de 1000 mûşek hatine erdên me

Şerê navbera Îsraîl û Filistînê hîna li dar e û herî dawî Îsraîlê ragihand ku aliyê Filistînî di nava 24 saetan de zêdeyî hezar mûşekî avêtine.. Piştî Rêxistina Hevkariya Îslamî û Wezîrê Derve yên Ereban, îro li Îmaratê jî Parlamena Erebî dicive. Amerîka jî banga avakirina du welatan dike. 

Di navbera Îsral û Filistînê de şer giran e û herî dawî armanckirina 500 deverî hat ragihandin.

Artêşa Îsraîlî diyar kir ku komine Filistînî yên çekdar bêhtirî hezar mûşekî ji duh heta îro avêtine.

Li gorî agahiyan, 5 kes li hundirê Îsraîlê ji ber mûşekan hatin kuştin û bi dehan birîndar hene.

Îsraîl: Ji destpêka operasyonê de 500 deverên Hemasê hatin armanckirin

Berdevkê artêşa Îsraîlî Avichay Adraee ragihand ku wan ji destpêka operasyonê de nêzî 500 deverên Hemasê kirine armanc.

Li gorî wî, 850 mûşek ber bi Îsraîlê ve hatine, ji wan 200 mûşek li orta Xezayê ketine.

Her wekî berdevkê Îsraîlî binçavkirina bi dehan çalakvanên Hemasê yên istixbaratî anî ziman û kuştina çend berpirsên istixbaratî jî piştrast kir.

Hevkariya Îslamî doza cezakirina Îsraîlê kir

Rêxistina Hevkariya Îslamî ev êrîşên Îsraîlê şermezar kirin û berpirsyariya êrîşan tevdî kir ser milê wê.

Rêxistinê ji bo rawestandina van êrîşan bang li civaka navdewletî kir û doza cezakirina Îsraîlê jî kir.

Helwesta wezîrên Ereban jî ne dûrî ya Rêxistina Îslamî bû.

Di civîna ku duh awarte ji bo rewşa dawî ya Filistînê hatibû lidarxistin de, Wezîrê Derve yên Welatên Ereban ji Dadgeha Tawanan a Navdewletî xwest ku sûcên şer ên Îsraîlê yên li dijî gelê Filistînî bibîne û wê darizîne.

Îro parlamena Erebî li Îmaratê dicive

Li ser vê, wezîran biryar da ku komeke Erebî li New Yorka Amerîkayê erkdar bike, da bilez bi serokê Konseya Ewlekariyê, her wiha serokê Komelya Giştî re rêkaran pêk bînin.

Îro li Îmaratê jî, parlamena welatên Ereban civîneke awarte bi rengê online li dar dixe.

Waşington banga avakirina 2 welatan kir

Ji qada navdewletî ve, çareseriyên mîna parçekirina erdê û ragihandina du dewletan, hatin.

Amerîka li ser zimanê Berdevka Koşka Spî Jennifer Psaki êrîşên Tevgera Hemasê li ser bajarên Îsraîlê şermezar kir û got Waşington hîna piştgiriyê dide avakirina du welatan da şerê Filistîn û Îsraîlê bi dawî bibe.

Back to top button