Endamê Parlementoya Tişîkê; Yîrgî Kobza der barê destwerdan û dagirkirina Tirkiyê ji xaka Sûriyê re destnîşan kir ku hebûna hêzên Tirkiyê li ser xaka Sûriyê ne-rewa ye û dewletên Ewropî jî li dijî vê destwerdanê bêdeng in.
Yîrgî Kobaz di axaftina xwe ya ji malpera bi navê ” Ewraq Perlamaniya” de got:
”Destwerdana hêzên dewleta Tirk li ser xaka Sûrî ne rewa ye û pêwîst e dewletên ewropî li dijî vê destwerdanê bêdeng nemînin.”
Kopaz bal kişande li ser hevkariya navbera çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk û ev tişt anî zimên:
”Rejîma Erdogan hevkarê çeteyên DAIŞ’ê ye û kirîna petrola ku çeteyên DAIŞ’ê ji Sûriyê didize ji aliyê rejîma Erdogan ve, nîşana vê yekê ye.”