HPG encama şerê meha Çile eşkere kir

Navende Parastina Gel-HPG’ê bi daxuyaniyeke bîlançoya meha Çile eşkere kir.
Li gorî bîlançoye gerîlayan 120 çalakî kirine, 31 dagirker hatine cezakirin. Dagirkeran 252 caran bi çek û bombeyên qedexe êrîş kirine. Di vê mehê de10 gerîla jî şehîd bûne.

Navende Parastina Gel – HPG’ê bi daxuyaniyeke bîlançoya meha Çile eşkere kir.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku gerîlayên azadiyê di her demsal, şert û mercan de bi rihê fedayî yê PKK’ê têkoşîna xwe didomîne.

Navendê diyar kir ku dewleta dagirker li dijî gerîla bi çekên NATO sûcên xwe yên şer didomîne.

Artêşa dagirker a ku bi karanîna çekên kîmyewî ve armancdikir ku başûrê kurdistan dagir bike lê li hember berxwedana gerîla têk çûn û li hin deverên zapê derketin û paş paşkî reviyan.

HPG’ê diyar kir ku gerîlayên fedaî yên apoyî di demsala zivistanê de bi şêwaz û taktîkên nû ve li herêma Zap, Avaşîn, Metîna û Botanê êrişên dijmin vala derxistin

HPG: Dewleta Tirk li dijî Gerîla 252 caran çekên qedexekirî bikar anî

HPG’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de bîlançoya şer a meha çile eşkere kir û ev agahî da:


Artêşa dagirker di vê mehê de li dijî çeperên berxwedanê 134 caran bi balafirên şer, 38 caran jî bi helîkopterên êrîş kir.

Çeperên Berxwedanê yê hêzên me 252 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatine bombekirin.

HPG:Di çalakiyên Gerîla de 31 dagirker hatin kuştin

HPG’ê daxuyakirin ku li dijî van êrişan jî gerîla bê bersiv nemaye û derbarê çalakiyên gerîla de ev agahî da:

“Gerîla bi şêwazê sabotaj, sûîqest, çekên giran, pevçûn- lêdan û kordîneyî ve li dijî dagirkeran di vê mehê de 120 çalakî pêk anîn.

Di encama van çalakiyan de.

31 dagirker hatin kuştin û yek jî birîdar bû.

Her wiha beregehek dijmin, 2 pargalên Kamereyên Mobese, Çekeke bombe avêj, Teleskopek, Dronek û Kepçeyeke dijmin hate ji navbirin.

Di encama vê berxwedaniyê de 10 gerîlayên azadiya Kurdistan şehîd ketin.”

Back to top button