Dewleta Tirk a dagirker 24 caran bi balafirên şer, obus, tank û çekên giran bombe li çeperên berxwedanê yên li Çemço û Sîda yêN herêmên Parastina Medya barandin. barand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarê êrişan daxuyaniyek nivîskî weşand.
HPG’ê got, li herêma Metînayê;
4’ê Adarê dagirkeran êrîşî gerîlayên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê.
Gerîlayan jî ji bo xwe biparêzin bi çekên giran li dagirkeran dan.
Heman rojê artêşa dagirker 5 caran bi balafirên şer êrişî gerîla yên li Çemçoyê kirin.
4’ê Adarê çeperên gerîla yên berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê 19 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombebarankirin.