32. Roje dewleta Tirk nikariye alîkariya welatiyan bike

Li ser erdhejên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê re 32 roj derbas dibe, lê hîna jî bi hezaran welatî li benda alikariyê ne. Pir eşkereye ku dewleta Tirk di vê erdhejê de binketiye, di bêçareyê de îflaz kiriye. Lewa welatî gelekî bi hêrsin, dibêjin di rojên herî zehmet de dewletê ew bi tenê hiştin.

Di encama erdhejên Mereşê de li 11 bajarên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê hilweşîneke mezin çêbû.

Li gorî daneyên dawî yên rayedarên Tirkiye 46 hezar û 104 kesan di encama erdhejan de jiyana xwe ji dest dane.

Tevî di ser erdhejan re 32 roj derbas dibe, hîna jî bi hezaran welatî li benda alikariyê ne.

Hêjî bi hezaran kes bêkon û li ber sermayê ne.

HDP Ji bo alîkariya mexdûran di nav tevgerê de ye

Mexdûrên erdhejê bi alîkariya piştevaniya partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û hin şaredariyan birînên xwe dipêçin.

HDP hewil dide bi Maseya Koordînasyona Krîzê a ku ji bo erdhejê ava kiriye, pêdiviyên mexdûran bicîh bîne.

Lê ev yek bi tenê têrê nake û dewlet jî erkê xwe bi cîh nayîne.

Dewleta Tirk di erdhejê de têkçûye

Dewleta Tirk di vê erdhejê de binketiye û di bêçareyê de têkcûye.

Yek ji bajarên herî zêde bi bandorbûye jî Semsûr e, li navenda bajar bi sedan avahî hilweşiyan.

Li gorî daneyên dewletê di erdhejê de li bajar 11 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.

Lê belê welatiyên bajar dibêjin hejmar ji 30 hezar kesî zêdetire.

Hevserokê HDP’a Semsûrê Bekir Gurbuz anî ziman ku bi hezaran mirî hene ku di qeydên fermî de xuya nakin.

Mexdûr: AFAD li taxa hemberî me bû lê 4 rojan mudaxile nekir

Yek ji Mexdûrê erdhejê Mert Arslanyurek têkîldarî xemsariya AFAD’ê axivî û ev tişt got: “Koordînasyona AFAD’ê ya Hatayê li taxa hemberî me bû, lê 4 rojan mudaxile nekirin.

Bajarê me li ber çavê me tune bû.

Li aliyê din dewleta dixweze mexdûrên erdhejê bi mecbûrî li konbajarên AFAD’ê bicîh bikin.

Lê welatî dibêjin ew naxwazin dev ji warê xwe berdin.

Mexdûr: Felaketa rastî piştî erdhejê hate serê me

Mexdûrek li Hatayê nerazîbûn nîşanî rayedaran da û got: “Ez axa xwe jî bixwim, ez ê dest ji warê xwe bernedim.

Eşkereye ku felaketa rastî, piştî erdhejê hat serê me.”

Dewleta Tirk a ku nekarî alîkariya mexdûrên erdhejê bike, niha hewil dide ku bi dayêna 10 hezar TL’an binketina xwe veşêre.

Ev yek jî hêrsa welatiyan li dijî dewletê zêdetir dike.

Mexûra erdhejê: Em ê çawa heqê xwe helal bikin?

Abûzer Kuçukboga ku di erdhejê de 4 zarokên xwe ji dest dan, bertek nîşanî 10 hezra TL alîkariyê da û got: Di demê xwe de nehatin, piştî erdhejê bi rojan nû rewşa me pirsîn.

Bila zarokên min ji min re bînin, ez ê 300-500 hezar TL’an bidim wan.

Gelo em ê çawa heqê xwe li wan helal bikin?.

Back to top button