Waşîngton keştiyek noqîvan a nukleerî şand Seûlê

Amerîka keştiyek noqîvan a nukleerî şand Koreya Başûr.
Rêveberiya Koreya Bakur jî bi ceribandina moşekan bersiva vê tevgera Amerîkayê da.

Piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîka DYA’yê di nava hefteyekê de cara duyemîn keştiyeke noqîvan a nukleerî şand Koreya Başûr, rêveberiya Koreya Bakur jî bi ceribandina moşekên balîstîk bersiv da.

Koreya Bakur bi ceribandina moşekan bertek nîşanî Amerîka da

Artêşa Koreya Başûr di daxuyaniyekê de ragihand, çend demjimêran piştî ku keştiya nukleerî ya Amerîkî gihîşte bingeha deryayî ya li Başûr, Koreya Bakur 2 mûşekên balîstîk ceribandin.

Ev moşek jî li beravên rojhilatê wî welatî li nava deryayê ketin.

Wezareta Parastinê ya Japonyayê jî ceribandinên moşekî yên Koreya Bakur piştrast kir.

Hat ragihandin ku keştiya binê deryayê USS Annapolis gihîştiye Giravên Jeju yên Koreya Başûr.

Tê gotin, DYA di nava hefteyekê de cara duyemîn keştiyên binê deryayê dişîne herêmê.

Vê yekê jî aloziya li herêmê zêde kiriye.

Waşîngton: Em bi hevalbendên xwe re di nava koordîneyê de ne

Waşîngtonê ragihand ku rêveberiya Pyongyangê bi hevalbendên xwe re di derbarê ceribandinên moşekan de di nav koordîneyekê de ye.

Di daxuyaniya ku ji aliyê artêşa Amerîkayê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku moşekên hatine ceribandin ti metirsiyek li ser xebatkarên Amerîka û hêzên hevpeymanê çênekiriye.

Piştî 42 salan Amerîka keştiya USS Kentucky şand Koreya Başûr

Piştî 42 salan, DYA’yê di 18’ê Tîrmehê de keştiya binavûdeng USS Kentucky şand avên Koreya Başûr.

Waşîngtonê bi vê tevgera xwe re çirûska aloziyê geştir kir.

Hefteya borî, li ser vê pêşveçûnê, Koreya Bakur careke din moşekek balîstîk ceriband.

Koreya Bakur hem çekên nukleerî yên taktîkî yên ku dikarin Koreya Başûr bikin armanc û hem jî moşekên dûravêj ên ku dikarin bigihêjin axa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê çêdike.

Zêdebûna hebûna leşkerî ya Amerîkayê li herêmê aloziyê hîn kurtir dike.

Amerîka bi peymana ku beriya niha îmze kiribû, soz dabû ku Koreya Başûr biparêze û eger pêwist bike wê di vê rêyê de çekên nukleerî bikar bîne.

Back to top button