Fermandarê gerîla Heqî Armanc ji Radyoya Dengê Gel re axivî

Yek ji fermandarên gerîla Heqî Armanc eşkere kir ku artêşa Tirk a dagirker ku li pêşberî berxwedana gerîla têk diçe hewl dide bi çekên kîmyewî encamê werbigre.
Fermandar Heqî derbarê hevkariya PDK’ê de jî dibêje; “PDK ku demeke dirêje piştgiriya dewleta Tirk dike, niha êdî hewl dide bi rengekî eşkere tevlî şer bibe.

Ji fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG’ê Heqî Armanc li ser şer û berxwedana gerîla ya li dijî artêşa Tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê ji Radyoya Dengê Gel re axivî.

Fermandar Heqî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên domdar û wiha got,

“Dijmin her demsalê operasyonan dike. Dewleta Tirk a dagirker ji gerîlayên Bakur gelekî ditirse.

Gerîla bi salan e tirs xistiye dilê artêşa Tirk. Gerîla bi çalakiyên xwe hêza teknîkê ya dijmin têk dibe.”

Fermandar Heqî Armanc berxwedana gerîla ya li Zap û Metînayê nirxand û wiha dewam kir:

“Dijmin êrişên dagirkeriyê yên li ser qadên gerîla di sala 2021’ê de li Garê da destpêkirin. Di sala 2022’an de xwest temamiya Başûrê Kurdistanê dagir bike.

Lê belê berxwedaneke mezin a gerîla heye. Moral û psîkolojiya artêşa Tirk xera bûye. Dijmin ê nikare berxwedana gerîla bişikîne bi bikaranîna çekên kîmyewî dixwaze encamê bi dest bixe.

Tevî vê yekê jî her roj bi dehan leşkerên dijmin têne cezakirin. Dewleta Tirk bi her awayî êriş dike lê nikare li hemberî gerîla encamê bi dest bixe.”

Fermandar Heqî bal kişande li ser piştgiriya PDK’ê a bi artêşa Tirk re jî û wiha got,

“Dijmin di vê pêvajoyê de ji piştgiriya ji PDK’ê werdigire dixwaze wan tevlî vî şerî bike. PDK ji xwe demeke dirêj e di nava vî şerî de ye.

Lê niha êdî hewl dide bi rengekî eşkere tevlî vî şerî bibe. Dewleta Tirk bi israr li ser vê disekine.

Hin hêzên PDK’yî jî vê polîtîkaya dewleta Tirk dimeşînin. Li gorî vê yekê jî em di nava amadekariyê de ne.”

Fermandar Heqî Armanca destnîşan kir ku ew naxwazin di navbera Kurdan de şer biqewime û axaftina bi van gotinan bi dawî kir;

“Ya rast me fedakarî û sebreke mezin nîşan dan. Em ê vê sekna xwe heta dawiyê dewam bikin. Me tedbîrên xwe wergirtine û amadekariyên xwe kirine.”

Back to top button