Şêniyên Kobanê: Em bi berxwedanê dîwarê Îmraliyê hilweşînin

Ev bû 3 sal tu agahî ji Rêber Abo nayê wergirtin.
Dewleta Tirk her ku diçe tecrîd li ser Rêber Abo girantir dike.
Xelkê Kobanê dan zanîn ku”Ew bi hêza xwe dîwarên Îmraliyê bişkînin û Rêber Apo bi fîzîkî di nava xwe de bibînin.”

Samir Mihemed ji bajarê Kobanê der barê mijarê de axivî û got:

“Ev bû 3 sal tu agahî ji Rêberê me tune ye, em dixwazin demildest agahiyekê ji Rêber Abdullah Ocalan bigirin.

Li ser Rêber Apo tim komplo meşandin, ew komplo ji bo tunekirina neteweya Kurd e.

Heta niha jî ew komplo berdewam e.”

Îsa Hesen diyar kir ku divê êdî tevahî gel rabin ser pêyan û wiha got::

“Divê her kes tê bikoşe da ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin, divê êdî tavilê tevahî gel dakevin qadan û em êdî Rêberê xwe bi fîzîkî azad bikin.”

Mihemed Xelîl jî bal kişand ser têkiliya CPT û dewleta Tirk û got:

“CPT bi dewleta Tirk re bûye yek. Em ê bi hêza xwe dîwarên Îmraliyê bişikînin û rêberê xwe bi fîzîkî di nava xwe de bibînin.”

Back to top button