LI DERYAYA AZOV HÊZÊN RÛSÎ 3 KEŞTIYÊN ŞER ÊN UKRAYNAYÊ DESTESER KIRIN

Di navbera Rûsya û Ukraynayê de asoyên şer xuya dibin.

Li peravên nîvgirava Qirimê hêzên Rûsî gule avêtin ser sê keştiyên şer ên Ukraynayê û ew desteser kirin.

Ji bo vê bûyerê wê Ukrayna rewşa awarte ragihîne her wiha banga helwesteke navnetewî li dijî Rûsyayê kir.

Li peravên nîgirava Qirimê hêzên Rûsî gule avêtin ser sê keştiyên şer ên Ukraynayê û ew desteser kirin.

Ji ber vê bûyerê tê payîn îroj perlemana Ukranî rewşa awarte ragihîne.

Li gorî bihaneya Rûsî, keştiyên Ukranî bi awayekî nerewa derbasî Deryaya Azov a Rûsî bûne, ev jî bû sedema derketina aloziyekê navbera herdu dewletan de.

Di civîna Konseya Ewlekarî û Parastina Netewî ya Ukranî de, serokê Ukraynayê Petro Poroshenko (بيترو بوروشينكو) ev rêbaza Rûsî weke “dîn û bêwate” bi nav kir.

Ji xwe aloziya navbera derdu dewletan li Deryaya Reş û Deryaya Azov ya li ber peravên Nîgirava Qirimê ku Rûsya di sala 2014an de xist bin kontrola xwe, dest pê kir.

Hat zanîn ku di encama rêgirtina keştiyên Rûsî li pêşiya yên Ukranî de 6 endamên ekîba Ukranî birîndar bûn.

Her wiha Rûsya 4 balafirên şer jî ber bi ezmanên cihê bûyerê ve şandin.

Li gorî daxuyaniya Rûsyayê, keştiyên Ukranî bêdestûr derbasî herêma deryayî ya Rûsyayê bûne.

Li aliyê din Ukraynayê got ku wan Rûsya agahdar kiribû.

Li hember vê aloziyê Yekîtiya Ewropa diyar kir ku divê Rûsya tevgera çûn û hatinê li herêmê qedexe neke û teqez kir ku divê herdu alî bi dilfirehî nêzî vê pirsgirêkê bibin.

Rêxistina NATOyê jî got ku ew piştgiriyê didin serweriya Ukraynayê û bi taybetî mafên wê di deryayên herêmî de.

Her wiha di vê derbarê de Ukraynayê xwest ku civîneke Konseya Ewlekariyê bê lidarxistin û li dijî Rûsyayê biryarek bê standin.

Leave a Reply

Back to top button