DYE Û NATOYÊ HIŞYARIYA RAWESTANDINA ÇEKIRINA ÇEKÊN NUKLERÎ DAN RÛSYAYÊ

Piştî DYEyê, vê carê NATOyê Rûsya bi nepêkanîna peymana çekên nuklerî ya ku sala 1987an hatiye mohrkirin, sûcdar kir.

Piştî civîna bilind a wezîrên Karên Derve yên NATOyê, daxuyaniyek hate weşandin.

Di daxuyaniya çapemeniyê de hate gotin ku sîstemên fuzeyan ên ku Rûsya çêdike, Peymana Hêza Nuklerî ya Nîv-Dûrahî (INF) pûç dike.

Her wiha sîstema fuzeyan gefa ewlehiyê li Ewropa û Atlantîkê dixwe.

Wezîrê Karên Derve yê DYEyê jî Mike Pompeo diyar kir ku sîstema ji aliyê Rûsyayê ve hatiye çêkirin, yekser gefê li Ewropayê dixwe û got:

Eger rêveberiya Moskoyê “şaştiyên xwe qebûl neke’, wê DYE di nava 60 rojan de dest bi rêbazên vekişîna ji nava INFê bike.

Hêjayî bîrxistinê ye ku peymana INF’ê sala 1987an navbera serokê Emerîkayê yê wê demê Ronald Reagan û serokê Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetan Mîxaîl Gorbaçov ve hatibû mohrkirin.

Leave a Reply

Back to top button