NYT: TRUMP PÊVAJOYA VEKIŞÎNÊ DIRÊJ KIR

Serokê Emerîka Donald Trump li ser biryara xwe ya vekişîna hêzên xwe ji Sûrî gav paşde avêt.

Trump biryara vekişînê heta 4 mehan dirêj kir.

Li aliyekê din jî Wezîrê Parastina Emerîkayê James Mattîs ê îstîfa kirî, nameyek ji bo artêşa welatê xwe re şand.

Mattîs got, pêwîste em li gel hevalbendên xwe dilsoz bin

Her weha krîza istifakirina li Wezareta Parastinê didome.

Nerazîbûn û bertekên li dijî biryara Serokê Emerîka Donald Trump hişt ku serokê vî welatî gav bi paşde bi avêje.

Rojnameya New York Times li ser mijarê raportek belav kir.

Rojnameyê diyar kir ku piştî hevdîtinên ji aliyê rêveberên payebilind yên Emerîkayê ve Trump biryara xwe guhertiye.

Serokê Emerîka herî dawî li ser Twîtterê bi gotina vekişandin a wê ‘bi giranî bibe’ ev agahî piştrast kir.

Rojnameya New York Times îdia kir ku di serdana dawîn a Trûmp a Iraqê de, bi awayekî veşartî bi fermandarê çalakiyên leşkerî li dijî DAÎŞ`ê Paul Lacamira re axiviye û behsa dirêjkirina dema vekişandina hêzên Emerîkayê kiriye.

Rojnameya New York Times ev nûçeya xwe sparte du rayedarên ji rêveberiya Trûmp û îdîa kir ku Trûmp fermana paşvekişandina 30 rojan, ji bo niha rawestandiye û ji bo 4 mehan dirêj kiriye.

WEZÎRÊ PENTAGONÊ YÊ ÎSTÎFA KIRÎ MATTÎS:
PÊWÎSTE EM LI GEL HEVALBENDÊN XWE DILSOZ BIN

Di vê navberê de,

Wezîrê Parastina Emerîkayê James Mattîs ê îstîfa kirî, nameya ji bo artêşa welatê xwe re şand.

Mattîs di namey de behsa nakokiyên xwe û Trump kir û gotibû, nabe ew hevalbendên xwe li Sûrî ango QSD’ê bi tenê bihêlin..

Mathis diyar kir ku li Washingtonê tevliheviyeke siyasî heye û wiha dewam kir:

Tişta layîqê artêşa me ew e ku li rex hevalbendên xwe bin.

PÊLA ÎSTÎFAYÊN LI EMERÎKAYÊ
BERDEVKA PENTAGONÊ DANA WHITE DEST JI KAR BERDA

Pêla îstîfayên li Emerîkayê dewam dike.

Berdevka Pentagonê Dana Waît, li ser hesabê xwe yê tevna civakî biryara xwe a îstîfayê eşkere kir.

Dana Waît di peyam xwe de balê dikşîne ser rola wezîrê Pentagonê yê îstîfa kirî Mattîs.

Piştî biryara serokê Emerîka Trump a vekişîna ji Sûrî, di nava siyaseta vî welatî de nerazîbûn zêde bûn.

Pêşî wezîrê Pentagonê James Mattîs û li pey wî jî nûnerê serokê Emerîkda di Koalîsyona li dijî DAIŞ’ê de Brett McGurk îsîtfa kirin.

Leave a Reply

Back to top button