Li Reqayê jinan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir

Ji bo piştgiriya bi berxwedana girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de jinên Reqayê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Kobanê jî di roja 5’an de dewam dike.
Çalakgeran diyar kirin ku ew ê heta dawîkirina tecrîda li ser rêber Ocalan têkoşîna xwe dewam bikin.

Li bakur û rojhilatê Sûrî piştgiriya berxwedana girtiyên azadiyê yên di girtîgehên dewleta Tirk de roj bi roj xurtir dibe.

Rêveberiya Jinan a Reqayê ji bo piştgiriya bi girtiyan re dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.

Çalakî li hola civînan a Saziya Malbatên Şehîdan, bi beşdarbûna 73 jinan hat destpêkirin.

Rêveberiya Jinan a Reqayê bi daxuyaniyekê bang li welatên cîhanê kir ku li hemberî kirinên Tirkiyê hewlwestekê nîşan bidin.

Jinan tekez kir ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo parastina jinan bidomînin.

Piştre şandeyên jinan serdana cihê çalakiyê kir û gelek axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn girtina Leyla Guven şermezar kirin û diyar kirin ku dewleta Tirk dixwaze vîna jinê bişkîne.

Piştre sînevîzyonek li ser binpêkirinên hikumeta Tirk li dijî girtiyên siyasî, hate pêşandan.

Tê payîn ku çalakiya grevê 2 rojan dewam bike û şandeyên sivîl û siyasî serdana çalakgeran bikin.

Çalakiya greva birçîbûnê di roja 5’an de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Meclisa Malbatên Şehîdan li kantona Kobanê jî di roja 5’an de dewam dike.

Back to top button