AKP li cihên ku dengê wan kêm bûye dest bi belavkirina bertîla hilbijartinê kiriye

Tifaqa AKP-MHP’ê ku tirsa şaredarî têkeve destê DEM Partiyê xwe lê girtiye, dîsa dest bi zext û hîleyan kiriye.
Li cihên ku dengê AKP kêm bûye, hewl dide bi rêya kirîna dengan bi ser keve.
Welatiya ku şahidiya vê yekê kiriye bi berteka “namûs ne ya firotinê ye” bertek nîşan daye.
Her wiha li Amedê jî ji bo mitînga şefê faşîst Erdogan xebatkerên saziyan û şagirtên dibistanan bi darê zorê hatine veguhestin.

Tifaqa AKP-MHP’ê ku tirsa şaredarî têkeve destê DEM Partiyê xwe lê girtiye, dîsa dest bi zext û dek û dolaban kiriye.

Li cihên ku denqê wan kêm e, leşker û polîsan vediguheze, bi zext û girtina çavên hilbijêrên Kurd ditîrsîne û nelîretiyan dike.

Li navçeya Dîlovasi ya Kocaeliyê ku şaredarî di desta AKP’ê de ye li gor hilbijartinên berê vê carê şansê wê kêmtir e.

Lewra îhtîmala serketinê ya namzetên DEM Partî zêde ye.

AKP’yî ji tirsa windakirinê, li bajêr dest bi belavkirina bertîlê ya hilbijartinê kirine.

Hat hînbûn ku hin AKP’yî derî bi derî digerin û bi beramberiya “soza dengdanê” kartên marketê belav kirine.

“Hûn ê destê xwe li quranê bixin ku hûn ê dengê bidin AKP’ê”

Zeynep Ertûş a ku şahidiya vê yekê kiriya, bûyera hatiye serê wê vegot.

Zeynep diyar kir ku dema diçû malê rastî AKP’yiyan hatiye û wiha got:

“Ew kesên ku wê kêliyê min nizanibû AKP’î ne, karteke 500 lireyên tirkî dirêjî dayika min kirin û gotin, ‘hûn ê biçin ji xwe re pê danûstendinê bikin.’

Piştre çekeke hezar lîreyî dirêjî min jî kirin.

Dema min her du kart wergirtin gotin, ‘Hûn ê destên xwe li Quranê bixin ku hûn ê raya xwe bidin me.'”

Şahida bûyerê: Namûs ne ya firotinê ye, em dengê xwe nadin we

Zeynebê anî ziman ku wî bi gotina “namûs ne ya firotinê ye, em dengê xwe nadin we” bertek nîşan daye.

Welatiya bi nav Zeynen Ertuş da zanîn tifa AKP-MHP di her hilbijartinê de karê bi vî rengî dikin û heta êvara hilbijartinê jî diçin taxan û bi pereyan dengan dikirin.

Şagirtên dibistanan birin mîtînga erdogan a li Amedê

Hemwextî van fenan li Amedê jî ji bo mitînga şefê faşîst Erdogan xebatkerên saziyan û şagirtên dibistanan hatin veguhestin.

Hate zanîn ku, beriya mitînga Erdogan a li Qada Îstasyonê ya Amedê ji gelek aliyan re fermana beşdarî mîtîngê bibin hatiye dayîn.

Her wiha hat diyarkirin ne tenê li Amedê, ji gelek bajarên cudajî mirov bi darê zorê mirov birine mîtîngê.

Ji hilbijartina li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê re 4 roj man

Back to top button