Li bajarê Winterthur ê Swîsreyê Kurdistaniyan ji bo çalakiya”Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” li navenda bajêr meş pêk anîn.
Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Wînterthur Coşkun Dersim di çalakiyê de axivî û got:
“Heta ku Rêberê me azad nebe em nikarin behsa azadiya gelê Kurd bikin.”
Di çalakiyê de banga tevlîbûna çalakiya li dijî tecrîdê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo
di navbera 15-19’ê Nîsanê de li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxistin, hat kirin.
Tecrîda Îmraliyê li Atînayê hat şermezarkirin
Li paytexta Yewnanistanê Atîneyê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şorşger (TCŞ) tecrîd, êşkence û qirkirina li Îmraliyê jî bi meşekê hat protestokirin.
Li ser navê TCŞ’ê Alî Bîlen axivî û got:
“Faşîzma AKP-MHP’ê bi şerê li Îmraliyê dixwaze qirkirina Kurdan di sala 2024’an de biqedîne.
Ji ber vê yekê dixwazin bi mezinkirina şerê taybet ê fizîkî û derûnî yê li ser Rêber Apo û ferzkirina tecrîda mutleq encamekê bi dest bixin.
Weke TCŞ’ê em ê di çarçoveya azadiya Rêber Apo de bê rawestan li qadan bin.”