Ji rojnamevan Silêman Ehmed 171 rojin agahî nayê girtin

Ji rojnameger Silêman Ehmed 171 rojin agahî nayên girtin
Gûmanên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.

Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed 171 roj berê revand û ji wê rojê ve tu agahî ji Silêman Ehmed nayên girtin.

Asayîş û hikûmet destûrê nade ku bi Silêman Ehmed re hevdîtîn bê kirin.

Di heman demê de rayedarên PDK’ê jî têkildarî Ehmed tu agahî parve nakin.

Rojnews diyar dike ku PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa wan Silêman Ehmed berpirse.

Tevî bangawaziyên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran û rêxistinên civaka sivîl jî rêveberiya PDK’ê heta niha têkildarî Ehmed tu daxuyanî nedane.

Rayedarên Rojnewsê ku dixwazin têkildarî edîtorê wan Ehmed tavilê agahî bi raya giştî re bên parvekirin, serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) dabûn.

Ji rojnamevan Silêman Ehmed 170 rojin agahî nayê girtin

Back to top button