Pênase, sazûmanî û armancên Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk dewam dike.
Hevserokê Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk Cîhad Hesen li ser konfederaliyê axivî û got:”Konfederalî diyarkirina siyasetên guncaw ji bo avakirina civakeke zana û demokratîke.”
31`ê Çileyê Kongreya Damezirîner a Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Bi hêza civaka birêxistinkirî dê demokrasî, azadî û edaleta civakî were sepandin” hate lidarxistin.
Lê 29`ê Adarê di civîna yekemîn a Meclisa Giştî de, navê konfederasyonê hate guhertin û bû Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk.
Ji bo şîrovekirina erk û xebatên konfederaliyê, hevserokê wê Cîhad Hesen ji ajansa Hawarê re axivî.
Cîhad Hesen got: “Di çarçoveya hewldanên pêşxistina birêxistinbûna li herêmê de û ji bo pêkanîna hêviyên civakê, konfederalî hate avakirin.”
Konfederalî çi ye?
Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sîwanek e ku komele û rêxistinên xêrxwaziyê, yekitiyên pîşeyî, rêxistinên jinan û ciwanan hembêz dike.
Di diyarkirina siyasetan de ji bo avakirina civakeke zana û demokratîk li ser bingeha fikrên civaka exlaqî û siyasî, xurtkirina xebatên dilxwazî û xêrxwaziyê, roleke çalak dilîze.
Cîhad Hesen destnîşan kir ku konfederalî, bersiva taybetmendiya herêmê ye û parastina têkiliyên di navbera pêkhateyên wê de û pêşxistina wê ye û ev li gotinên xwe zêde kir:
“Berê, dewletê ev yekitî û komele bi kêfa xwe bi nav dikirin û bi xwe ve girê didan.”
Hesen wiha domand: “Ji bo herêmê, konfederalî gelekî guncaw e û li gorî rewşa rêxistinî ya civakî ya li herêmê ye ku li ser bingeha komînal û meclisên rêveber ên kantonan ava bûye.”
Armanca Konfederaliyê
Pêşxistina pirrengiyê, azadiyê û demokrasiyê di nava beşên civakê de, birêxistinkirina nirxên exlaqî, civakî û siyasî yên pêkhateyan û rêxistinên civakî, pêşxistina civakê li ser bingeha demokrasiyê, parastina hawîrdorê û azadiya jinan, ji armancên konfederaliyê ne.
Têkiliya di navbera Konfederaliyê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de
Cîhad Hesen behsa têkiliya di navbera konfederaliyê û Rêveberiya Xweser de kir û got:
“Rêveberiya Xweser, rêveberiyeke civakî ye, ji ber wê û li gorî Hevpeymana Civakî, dê nûnerên me di meclisan de hebin ku dê bên avakirin.
Yanî em dikarin bêjin ku rêxistin û yekitiyên konfederaliyê dikarin pêşniyaran bikin û biryaran jî bigirin.”