Iraqî ji bo hilbijartinên sibe xwe amade dikin

Piştî hilweşandina rejîma dîktatoriya Sedam Huseyîn sibe wê li Iraqê hilbijartina 5’emîn pêk were.
Di hilbijartinê de bêtirî 3 hezar namzet wê dinava pêşbaziyê de bin.
Vê carê ji hilbijartinên derbasbûyî herêmên hilbijartinê ji 18’an kirine 83.
Ev yek jî weke şansê serkeftina namzetên serbixwe tê şîrovekirin.

Li Iraqê ku krîza siyasî û aborî heyî, wê sibê gel ji bo dengdanê biçe ser sindoqan.

Piştî hilweşandina rejîma dîktatoriya Sedam Huseyîn ev hilbijartina 5. li welat pêk tê.

Ji 167 partî û pêkhateyên siyasî 3 hezar û 249 namzed beşdarî hilbijartinên giştî dibin.

Ji van namzetan 951 jin in.

789 ji wan serbixwe û yên din, di nava partî û koalîsyonên siyasî de beşdarî pêşbirkê dibin.

10’ê Cotmehê ji bo bikaranîna dengê xwe saet 07:00 deriyê navendên bikaranîna dengan têne vekirin û saet 18:00’an dengdan bidawî dibe.

Tê payîn ku encamên hilbijartinê di nava 24 demjimêran de werin eşkere kirin.

Di çarçoveya “dengdana taybet” a ku roja înê hat kirin de, hêzên ewlekariyê, penaberên navxweyî û girtiyan dengê xwe bikar anîn.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku rêjeya beşdarbûna dengdana taybet ji sedî 69’bû.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî anî ziman ku dengdana taybet dê bibe destpêk û derfeta dengdana giştî.

Di hilbijartinê de blokên koalîsyonan

Di hilbijartina giştî ya li welat de koalîsyonên ku hatine avakirin jî wiha ne.

Koalîsyona Fetih

Koalîsyona Qanûna Dewletê

Hêzên Netew Dewlet

Koma Sadr

Koalîsyona pêşketinê

Koalîsyona Azim

Partiya Demokrata Kurdistan

Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan û Tevgera Goran

Di demeke ku PDK bi serê xwe dikeve hilbijartinê, Yekîtiya Nîştîman a Kurdistanê YNK û Tevgera Goran ji bo bihêzkirina dengê Kurdan bi awayekî Koalîsyon beşdarî hilbijartinê dibin.

Di vê navberê de, paytext Bexda bi wêneyên namezetên hilbijartinan hatine pêçan.

Li bajarên din yên welat jî heman rewş heye.

Balkêşe ku ji hilbijartinên derbasbûyî cudatir li welat propagandaya hilbijartinê beriya 3 mehan despê kiribû.

Li gorî qanûna nû ya hilbijartinê li cihê 18 herêman 83 herêm hatine diyarkirin.

Ev gav jî weke şanseke mezin ji bo namzetên serbixwe tê şîrovekirin.

Li welat 877 çavdêrên herêmî û navnetewî wê hilbijartinê bişopînin.

Hihumeta ku bi serokwezîrtiya Mistefa Kazimî hate diyarkirin, piştî xwepêşandanên li welat biryara hilbijartina pêşwext ya 10’ê Cotmehê hatibû dayîn.

Back to top button