Li Îranê li dijî jinan pêkanînên nû

Li Îranê piştî xwepêşandanên girseyê ya ku piştî mirina Jîna Emînî pêk hat, rejima Îranê hewl dide zextê xwe li ser jinan zêde bike.
Li gorî pêkanînên nû, ji roja şemiyê pê ve kesên ku rêgeza destmalê binpê dikin dê bên hişyarkirin û ger rewş dubare bibe dê ev kes bên darizandin.

Îran bi pêkanînên nû hewl dide zextê li jinan bike û di bin kontrola xwe de bihêle.

Hişyarî hat dayîn ku ji 13’ê Nîsanê û pê ve li Tehrana paytexta Îranê kontrolên destmalê dê bên zêdekirin.

Midûrê Emniyeta Tehranê Abbas-ali Muhammedian diyar kir ku dê li paytextê li cihên giştî kontrolên destmalan bi tundî bên tetbîqkirin.

Berî ku yasaya derbarê mijarê de bikeve meriyetê, ev yek heta niha ji aliyê Encumena Parêzvanan ve nehatiye pejirandin.

Lîderê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xameney di xutbeya xwe ya bi boneya Cejna Remezanê de, daxwaz kir ku demil-dest tedbîrên li dijî binpêkirina normên olî werin girtin.

Polîsa Tehranê bi kamerayan destmala jinan kontrol bikin

Li gorî pêkanînên nû, ji roja şemiyê pê ve kesên ku rêgeza destmalê binpê dikin dê bên hişyarkirin û ger rewş dubare bibe dê ev kes bên darizandin.

Li gorî daxuyaniya polîsê Tehranê, dê ji bo naskirina jinên ku li kolanan rêziknameyên çewisandin û lixwekirinê nagirin, bi pergala kameraya bi aqil tê bikaranîn.

Heman qayde dê ji bo ajokarên jin jî derbasdar be û wesayîtên kesên ku guh nedin hişyariyê û rewşê bidomînin dê bên desteserkirin.

Xwepêşandanên borî yên li Îranê

Jîna Emînî ya 22 salî ku di 13’ê Îlona 2022’yan de li Tehrana paytexta Îranê ji aliyê bi polîsên exlaqî ve hatibû binçavkirin, êşkence lê hatibû kirin û roja 16’ê Îlona 2022’yan jiyana xwe ji dest da.

Piştî mirina Emînî xwepêşanên ku di 17ê Îlona 2022’yan de li bajarê wî Sakkiz dest pê kiribûn, li seranserê welêt belav bû û veguherî xwepêşandanên dijî hikûmetê.

Nêzîkî 500 xwepêşander hatin kuştin û zêdetirî sed polîs jî jiyana xwe ji dest dan.

Li welêt bi hezaran kesên ku mirina Mahsa Emînî şermezar kirin û li dijî cil û bergên mecbûrî derketin, hatin binçavkirin.

Tevî ku xwepêşandanên girseyî bi dawî bûne, lê jin li gelek herêmên Îranê bi negirtina serê xwe li qadên giştî, navendên danûstendinê, kafe, bank, dibistan û kolanan xwepêşandanan didomînin.

Back to top button