Nivîsgeha Çandiniyê ya Gerînendetiya Sotemeniyê ya Kantona Reqayê dest bi belavkirina beşa duyemîn a mazota avdanê kir.
Desteya Çandinî û Avdanê û Gerînendetiya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk piştgiriya qada çandiniyê dikin.
Di vê çarçoveyê de lîtreya mazotî bi hezar û 50 lîreyên Sûriyê dide cotkaran.
Têkildarî mijarê Nivîsgeha Çandiniyê ya Gerînendetiya Sotemeniyê ya Kantona Reqayê belavkirina beşa yekemîn a mazota avdanê bi dawî kir ku 6 milyon û 485 hezar lître li cotkaran belav kir.
Jê 2 milyon û 835 hezar lître ji cotkarên xwediyên bîran belav kir û 3 milyon û 650 hezar jî da kooperatîfan.
Li Reqayê 151 kooperatîfên ruxsetkirî û hezar û 30 bîrên ji aliyê Gerînendetiya Çandiniyê ve hatine ruxsetkirin, hene.
Nivîsgeha Çandiniyê ji bo her donimek zevî ku bi bîran tê avdan, 20 lître û ji kooperatîfan re 12 lîte veqetandiye.
Çaverê ye ku mazot li gorî plansaziya çandiniyê ya zivistanê li ser 5 beşan bê belavkirin.