10 sal cezayê girtîgehê li Mamosteyeke Kurd a Rojhilatê Kurdistanê hat birîn

Dadgeha Îranê cezayê girtîgehê li Mamosteyeke Zimanê Kurdî birî.

Dadgeha dewleta Îranê 10 sal cezayê girtîgehê û durxistina ji kar li Mamosteya zimanê Kurdî Soma Pur Mihemedî birî.

Mamosteya Zimanê Kurdî Soma Pur Mihemedî li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye.

Soma Pur Mihemedî hem mamosteya Zimanê Kurdî ye û di heman demê de jî endama komîsyona rêveber a encûmena Nûjîn’e.

Mamoste Soma bi tometa ‘pêkanîna deste û grub ji bo têkdana ewlehiya Îranê’ tê tometbarkirin.

Beriya niha jî bi tometa ‘têkdana ewlehiya giştî’ salek cezayê girtîgehê li mamoste Soma Pur Mihemedî hatibû birîn.

Back to top button