Îro 126’emîn Salvegera Rojnamevaniya Kurdî ye

Îro Roja Rojnamevaniya Kurdî ye.
126’emîn salvegera Rojnamevaniya Kurdî pîroz dikin.
Ev roj bû destpêka jidayikbûna Rojnamevaniya Kurdî.
Derbarê rewşa karê rojnamevaniyê li Başûrê Kurdistanê jî, karê rojnamevaniyê di rewşeke wisa de derbaz dibe ku Başûrê Kurdistanê kiriye herêmeke tarî, dojeh bo rojnamevanan.

Îro Roja Rojnamevaniya Kurdî ye ku 126 sal beriya niha yekemîn rojnameya Kurdî ya binavê ‘Kurdistan’ ji aliyê Mîqdat Mîthad Bedirxan ve li paytexta Misrê Qahireyê derket.

Ev roj bû destpêka jidayikbûna Rojnamevaniya Kurdî.

karê rojnamevaniyê li nav gelê Kurd da û li her çar parçeyên Kurdistanê di rewşeke nehevseng de û cuda de derbaz dibe ku li rewşa her parçeyek Kurdistanê di vê derbarê xwe taybetmendiyên xwe heye.

Derbarê rewşa karê rojnamevaniyê li Başûrê Kurdistanê jî, karê rojnamevaniyê di rewşeke wisa de derbaz dibe ku Başûrê Kurdistanê kiriye herêmeke tarî, dojeh bo rojnamevanan.

Daneyên rêkxistinên taybet yên rojnamevaniyê yên cihana derve derbarê Başûrê Kuridstanê de vê yekê piştras dike.

Di heman demê de Başûrê Kurdistanê weke zoneke reş di rêzbendiya 85 welatên cîhanê di aliyê azadiya rojnamevaniyê de nîşan didin.

Di çend salên borî de pênc rojnamevan li Başûrê Kurdistanê ji ber nivîsîn, fikir û ramanên xwe hatin qetilkirin.

Daneyên salane yên tundiya li dijî rojnamevanan cihê reşbînî û bêhiviyê ye ji rojnamevanan re.

Ji ber ku salane ev rêjeya tundiya li dijî rojnamevanan zêde dike, heta şêwaz û cûrê tundiyê jî xirabtir dibe.

Li gor daneyên Navenda Metro ya Parastina Mafên Rojnamevanan sala borî 249 binpêkirin li beramber 247 rojnamevanan û saziyên çapemeniyê hatine kirin.

Bi heman awayî di rapora Sendîka Rojnamevanan Kurdistanê de ku ji aliyê partiyên desthilatdar yên Başûr ve tê kontrolkirin tekezî li wê yekê hatiye kirin ku di rêjeyek zêde de tundî û binpêkirin li beramber rojnamevanan hatine kirin.

Bi ser revandina rojnamevan Silêman Ehmed re 6 meh derbas bûn

Di çarçoveya van binpêkirinên li dijî azadiya rojnamevaniyê û rojnamevanan de, di 25ê Cotmeha sala borî de, hêzên PDK’ê bêyî biryara dadgehê, edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed revandin û heta niha windaye, tu agahî jê nayên girtin.

Heta niha jî tu kes nizane Silêman Ehmed li kûderê ye, PDK destûrê nade ku parêzerên wî biçin bibînin.

Yek ji mînakên binpêkirinên ecêb yên kabîneya Mesrûr Barzanî li dijî rojnamevanan e.

Roja Rojnamegeriya Kurdî..122 sal ji têkoşîn û ragihandina rastiyê

Back to top button