Qessam: Me 2 hêzên Îsraîlî kişandin nav herêma mayînkirî

Baskê leşkerî yê tevgera Hemasê Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam ragihandin ku 2 hêzên Îsraîlî ber bi heremên mayînkirî ve vekişandine.
Her wiha Endamê Buroya Siyasî ya Hemasê Xelîl el-Hayye diyar kir ku ew ji bo agirbesteke bi Îsraîlê re ji bo 5 salan an jî zêdetir amade ne.
Li aliyê din Almanya biryar da ku ji nû ve dest bi alîkariya rêxistina Neteweyên Yekbûyî UNRWA bike, ku Îsraîl bi
nêzîkbûna Hamasê tawanbar dike.
Hikûmeta Almanyayê jî dê bernameyeke îstîxdam li Şerîeya Rojava fînanse bike.

Şerê Îsraîl û Hemasê di roja 201’an de jî berdewam dike.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Cîhana Erebî, baskê leşkerî yê tevgera Hemasê Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam, duh ragihand ku 2 hêzên Israîlî vekişandine du deverên ku wan mayin lê çandine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îsraîlê teqemenî û moşekên ku ji balafirên F-16 hatin avêtin lê neteqiyan.

Her wiha di 2 kemînên cuda yên li herêma El-Muxraqa ya li navenda Şerîda Xezayê ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatin bikaranîn.

Hemas: Şerta danîna çekan nasîna dewleta Filistînê ya serbixwe ye

Her wiha Endamê Buroya Siyasî ya Hemasê Xelîl el-Hayye diyar kir ku ew ji bo agirbesteke bi Îsraîlê re ji bo 5 salan an jî zêdetir amade ne.

Hayye anî ziman ku heke di nav sînorên sala 1967’an de dewleteke serbixwe ya Filistînê bê avakirin Tûgayên Qassam ku baskê çekdar ê Hemasê yê ji holê bên rakirin.

Hayya diyar kir ku ew dixwazin beşdarî Rêxistina Rizgariya Filistînê ya bi pêşengiya El-Fetih bibe, da ku li Xezza û Şerîeya Rojava hikûmeteke yekîtiya neteweyî ava bikin.

Misir: Zextên li hemberî Filistîniyên li ser sînorê Misrê zêde dibin

Her wiha Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Misirê Ehmed Ebû Zeyd hişyarî da ku “hewldana zêdekirina zextê li hemberî Filistîniyên li ser sînorê Misrê” û anî ziman ku ev yek dê têkiliyên bi Îsraîlê re xera bike.

Ebû Zeyd diyar kir ku peymana bi Îsraîlê re ‘bi dehan sal in aram e’ û mekanîzmayên şopandina pêkanîna peymanê hene.

Ebû Zeyd destnîşan kir ku ne tenê Misir, lê belê civaka navneteweyî jî li dijî her operasyoneke leşkerî ya li Refahê ye.

Almanya dê li Xeza û Şerîa rojava alîkariyê bişîne

Li aliyê din Almanyayê biryar da ku dayîna alîkariyê ji bo rêxistina Alîkarî û Xebatê ya ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA) ya Neteweyên Yekbûyî ku Îsraîl bi girêdayê Hamasê sûcdar dike, ji nû ve bide destpêkirin.

Hat destnîşankirin ku Awûstralya, Kanada, Swêd û Japonyayê berê biryar dabûn ku alîkariyê ji nû ve bidin destpêkirin.

UNRWA di meha Çile de piştî ku Îsraîl îdia kir ku 12 xebatkarên wê beşdarî êrîşa Hamasê ya li ser axa Îsraîlê ya di 7ê cotmehê de bûne, UNRWA’yê derketibû pêş.

Îsraîl îdia dike ku rêxistina Hamasê di nava UNRWA’yê de cih digire.

Li ser vê yekê, welatên wekî Amerîka û Almanya, ku di nav fînansorên herî girîng ên UNRWA de ne, dayîna alîkariyê bi awayekî demkî rawestandin.

Di dema ku Almanya biryar da ku ji nû ve dest bi alîkariya sivîlên li Şerîda Xezayê bike, ew ê di heman demê de piştgiriya darayî bide bernameya îstîxdam a li Şerîa Rojava.

Şerê Hemas û Îsraîlê: 200 roj

Back to top button